Parlemanterê HDP´ê Ferhat Encu derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "gelê me biryardar e ku erda xwe û welatê xwe neterikîne." Xelkê Cizîrê li dijî ragihandina qedexeya derketina derve rabû serhildanê.
Encu bi bîr xist ku dewletê destûra bêdem daye karmendên xwe û weha dewam kir:
'Gelê me natirse'
"Piştî ragihandina qedexeya derketina derve, xelkê me hewl dide pêdiviyên xwe yên xwarinê tedarik bike. Ji bilî vê tevgerê, gelê me aram e, û li benda êrîşên wehşî ên dewletê ye. Bila zanibin ku bi êrîşn xwe wê nikaribin gelê me bitirsînin. Gelo Silopiyayê wê berevajî bendewariya wan xaka xwe neterikîne, serî li ber wan netewîne û baş dizane ku ji bilî berxwedanê ti şensekî xwe nîne. Gelê berxwedêr ê Botanê ti carî serî netewand û ji niha û pê ve jî wê çik bisekine."
Banga çalakiyan
Encu, li dijî polîtîkayên sirgûnkirin û koçberkirinê yên li ser gelê Botanê tên ferzkirin, bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir da ku dakevin meydanan û nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Li aliyê din hat ragihandin ku ji ber qedexeya li Cizîr û Silopiyayê Deriyê Sînor ê Xabûrê jî wê were girtin.
Cizîrê serî hilda
Li navçeya Şirnexê Cizîrê jî piştî ragihandina qedexeyê, xelkê nerazîbûn nîşand da. Xelkê navçeyê ji bo ku çekdarên dewletê nikaribin bikevin taxên wan kolan, rê û ketinên taxan bi wesaîtan asê kirin. Li rêyên Yafesm Orhan Dogan, Arîn Mîrkan û Kobanê welatiyan bend danîn û agir dada. Li taxên mayî xelkê bend û xendek xurt kirin. Welatî dibêjin ew ê malên xwe û navçeya xwe neterikînin. Karwanên wesaîtên zirîhpoş ên dewleta Tirk carina êrîşan dibin ser taxên Yafes û Nûrê.
ŞIRNEX