10 meh berê di 28'ê Kanûna 2011'an de 4 balafirên şer ên tirk ên F-16 ji balafirgeha leşkeri ya Amedê rabûn û li gundê Roboskiyê bombe barandin. Di bomberandinê de 34 welatiyên sivîl ên gundê Roboskiyê ku 19 jê zarok bûn hatin perçekirin û jiyana xwe ji dest dan. 10 meh di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj kujer nehat ditin. Li gel çalakiyên girseyî û bertekên saziyên sivîl û civakî û her wiha li gel lêkolînê heyetên cuda dîsa heta niha der barê komkujiyê de tu gav nehat avêtin. Welatiyên ku komkujî şermezar kir Mehmet Alturk, Faris Kaya, Ferdî Alma, Faruk Encu û Ozcan Encu ji ber ku bertek nîşanî qeymeqam dan di 7'ê Cotmehê de hatin girtin. Ferhat Encu yê ku di komkujiyê de 11 xizmên xwe winda kir, diyar kir ku 10 meh di ser komkujiyê rederbas bû, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin û wiha got: "Li gel kujer û faîl diyar e jî heta niha hesap nehat pirsîn û nehatin darizandin. Ev jî xuya dike ku li vî welatî edalet tune ye."

'Em edaletê dixwazin'

Encu, destnîşan kir ku komkujiya li Roboskiyê pêk hat, li dijî mirovahiyê pêk hatiye û nayê qebûl kirin û wiha got: "10 meh di ser komkujiyê re derbas bû, lê hêj lêpirsin nehatiye vekirin. Ez bawer nakim ku ev mijar di rojevê de be jî. Ev komkujî li dijî mirovahiyê pêk hatiye. Divê faîl bi lezgîn bên darizandin û cezakirin. Ev yek ji aliyê wicdanê civakê ve nayê qebûlkirin. Dema em dixwazin agahiyê bistînin jî mixabin em nekarin agahiyan bistînin.  Encu dazanîn û agahî û delîlên ku komisyona jêr a meclîsê der barê komkujiyê de xwestiye hêj negihiştiye destê wan û ew bi fikarin ku rapor zanistî û bê alî neyê amadekirin. Serokwezîr Erdogan di nava hewldana ku ser vê raporê bigire de ye. 

AMED