Cenazeyê Endamê HGP'ê Ramazan Ceylan (Rizgar Cinezûr) ê ku di 13'yê adarê de di pevçûna li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Piştî malbatê cenaze ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt ber bi Lîceyê ve derxist rê. Cenazeyê Ceylan li ketina Amed û Erxaniyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Konvoya cenaze şevê din gihişte navçeya Lîceyê. Di ketina Lîceyê de konvoya cenaze bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenaze birin Mizgefta Mumîn Aga û vecîbeyên olî bi cih anîn. Piştî re darbesta Ceylan bi meşê birin Goristana Kaniya Sipî.

Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Tolhildan" hatin berzkirin û alên PKK'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin vekirin. Cenazeyê anîn goristanê derengî şevê hate definkirin. Şîna Ceylan li Mizgefta Mumîn Aga dê bê kirin. 


AMED