Birayê Cemo Necîp Cemo ku di merasîmê de axivî, diyar kir ku birayê wî şehîdên çand û hunerê ye û anî ziman ku heskirina Cemo ya li hemberî çandê ew ber bi şehadetê ve biriye. Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şêxo jî, anî ziman ku ew nikarin bi gotina têkoşîn û dilsoziya Cemo ya ji bo çanda Kurdî bînin ziman û got ku ewê bîranîna wî bidin jiyandin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Îto jî bal kişand ser têkoşîna Cemo.
Murat Cemo di sala 1988’an de li gundê Kerk ê Kobanê hatibû dinê. Cemo ku zewicandîbû, li Navenda Çandê ya Baqî Xido ya li Kobanê mamosteyê folklora Kurdî bû. Di heman demê de endamê koma Botan a muzîk û reqsê bû. Roja şemiyê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
KOBANÊ