Bi beşdariya bi hezaran kesî cenazeyên endamên YPG'ê Idrîs Xolatî (Baz Ocalan), Mehmûd Mihemed (Sadiq Xerabîsan), Ebdela Hebeş (Ciwan Kobanê), Enwer Hisên Elî (Welat Kurdistan), Hebûn Kobanê, Xelîl Hesenî (Siyamend Kobanê) û Ehmed Xelef (Welat Şêran) ku di şerê li dijî çeteyan a li gundê Kenal ê Til Ebyedê de jiyana xwe jidest dabûn li goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik ê Kobanê spartin axê.

Girseyê di saetên piştî nîvro de cenazeyên şervanên YPG'ê ku li Saziya malbatên Şehîdan hatibûn bicihkirin, wergiritin û bi karwanekî tirmpêlan ku hezaran kes li pey dimeşiyan ber bi goristana Şehîd Dicle a li gundê Termik ve derxistin rê. Girseya gel ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG'ê û alên YPG,TEV-DEM û sembolên Kurdî vekiribûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re berz kirin.
Dema girse gihişt goristanê, merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Miso, Endamê TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Enwer Muslim, Endamê Rêveber a rêxistina PYD'ê ya Kobanê Nûrî Mehmûd, Endamê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Kîlo Îsa axivîn. Her wiha li ser navê Yekîtiya Star jî axafitnek hate kirin.
Di axaftinan de êrîşên komên çete yên li dijî herêma Kobanê hatin şermezarkirin û hate destnîşan kirin ku gelê Kurd her ku şehîdên wan zêde dibin îsrara wan a berxwedanê zêde dibe. Di axaftina de berxwedana YPG'ê hate silavkirin û hate gotin ku gelê herêmê bi hemû rêxistinan piştgiriya banga seferberiyê ya YPG'ê dikin û dê bi hemû derfetên di dest de pêk bînin. Di axaftinan de banga xwedîderketina li xaka Rojava li hemû welatiyan hate kirin. Piştî axaftinan girseyê cenazeyên 7 şervanên YPG'ê bi tilîlî û durişmeyan spratin axê. 

KOBANÊ