Enfal birînek e, 34 sal in nakewe
Dîktatoriya Sedam Husseyîn di navbera salên 1986-1989’an de xwest Kurdan qirr bike û di vê hewldana xwe de ji 180 hezarî zêdetir Kurd kuştin; 4 hezar û 500 gund xira kirin û bi mîlyonan kes koçber bûn. Navê vê qirrkirinê kiribûn Enfal û bi awayên herî hov û dirrinde Başûrê Kurdistanê talan û wêran kirin.
16ʼê Adara 1988’an li Helebçeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û 5 hezar kes şehîd bûn û 61 hezar kes jî seqet bûn. Dinyayê hemûyî jî çavên xwe li vê qirrkirinê girtin.
Parlementerê HDP’ê Murat Sarisaç der barê qirrkirina bi navê Enfalê de got, “Enfal birînek e, hê jî xwîn jê diçe û nakewe” û xwest Meclîsa Tirkiyê bûyerê weke “qirrkirin” nas bike.
Dadgeha Ceza ya Iraqê pêşî 2007’an Enfal û 1ʼê Adara 2010’an jî weke parçeyekî Enfalê Helebce weke qirrkirin nas kir. Parlementa Iraqê û Parlementa Federe ya Başûrê Kurdistanê jî bûyer weke qirrkirin naskirin. 13ʼê Nîsana 2017’an jî Parlementa Iraqê der barê qirrkirina Enfalê de bi awayekî fermî lêborîn xwest û ji bo careke din qirrkirinên bi vî rengî nebin weke ders xiste pirtûkên dibistanê. Lê tevî vê yekê jî beşekî mezin ên kirdarên vê qirrkirinê nehatin mehkemekirin.
14ʼê Nîsanê roja bibîranîna qirrkirina Enfalê ye. Parlementerê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç jî xwest Enfal weke qirrkirin were naskirin pêşniyazqanûn da Meclisa Tirkiyê. NAVENDA NÛÇEYAN