Bi minasabeta 29’emîn salvegera Enfalê li seranserî Kurdistan û derveryî welêt çalakiyên bibîranînê têne lidarxistin. Her wiha ji hêz û tevgerên Kurdan jî ji bo heman boneyê daxuyaniyên şermezarkirinê têne dayîn.

Doh li gundê Dêbne ya ser bi Rizgariya Germiyan Enfal di 29’min salvegera  xwe de bi amadebûna rêveber û endamên aliyên siyasî û xizmên Enfalkiriyan bi merasîmekê hat bîranîn.  Merasîm li goristana Enfalkiriyan ya gundê Dêbne ya bajarokê Rizgarî pêkhat û bi deqeyek rêzgirtina ser ruhê şehîdan pêk hat. Piştre ji peyam û daxuyaniyên aliyên siyasî hat xwedin. Hêjayi gotinêye şanda Tevgera Azadiya Komelga Kurdistanê û Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso  ji tevlî merasîmê bû. 


 GERMIYAN