Li Başûrê Kurdistanê, Qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Bi boneya 28. salvegera Enfalê li navçeyên Kelar, Seyîdsadiq, Şarezûr ên Silêmaniyê û li Helebcê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û gul li ser abîdeya şehîdan hate danîn.
Li navçeya Kelarê, doh bi boneya 28. salvegera Enfalê ji aliyê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Meşê li ber deriyê Şehîdgehê destpê kir û heta ber abîdeya şehîdên Kelarê dewam kir.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Kujerên Enfalê dadgeh bikin!’ hatin gotin. Piştî meşê li kêleka sembola Enfalê ya li Şehîdgeha Kelarê merasîmek hat lidarxistin. Li ser navê Tevgera Azadî, Rêxirawî Jinan a Azadixwaz a Kurdistan (RJAK) û Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) desteyên gulan li ser abîdeya şehîdên Kelarê hatin danîn.
Di merasimê de ku ti rêveberiyên siyasî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar nebûbûn, gel nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan.
‘Qurbaniyên Enfalê bûne dîrokeke dilsozane’
Bi boneya 28'emîn salvegera trajediya Enfalê, li navçeyên Seyîdsadiq û Şarezûr ên Silêmaniyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Doh li Seyîdsadiq li ber avahiya qeymeqamtiyê bîranîn hat lidarxistin. Têkildarî merasîma bîranîna navçeya Seyîdsadiq, qeymeqamê navçeyê Diyarî Refîq ji ajansa nûçeyan Rojnews re axivî û got: Pêwîst e hemû berpirsên hikûmetê jî vê rojê bi rêzdarî bi bîr bînin û daxwazên malbatên qurbaniyên Enfalê bicih bînin. Ji ber ku qurbaniyên Enfalê bûne dîrokeke dilsozane ji bo gelê Kurd."
Her bi heman armancê li navçeya Şarezûr jî bi pêşengiya Rêveberiya Hunerî û Rewşenbîrî ya navçeyê merasîmek teybet û çend çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.
‘Weke qirkirin binasin’
Li bajarê Helebce jî bi dirûşmeya 'Bila em hemû Enfalê ji bîr nekin' merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Waliyê Helebce Ebdullah Newrolî, gelek kesên siyasetmeder û xizmên qurbaniyên Enfalê yên Helebce û Germiyanê beşdarî merasîmê bûn.
Merasîmê li gel xwendina çend ayetên ji Quranê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir, piştre ji aliyê Rêveberê Komîteya Şehîd û Enfaliyan ê Helebce Sedûn Namdar ve peyamên aliyan ên ji bo merasîmê hatin xwendin.
Piştre Waliyê Helebce Ebdullah Newrolî peyama Helebce xwend û wiha peyivî: “Em weke Helebce zêdetirî her kesî êş û janên xizim û malbatên şehîdên Enfalê fam dikin. Her ji bo wê ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ji bo kîmyabarana Helebce û Enfalê weke qirkirin binasin bi cidî kar bikin."
Piştre jî peyama xizmên Enfalê yên Helebce hat xwendin.
Enfal çi ye?
Enfal navê qirkirina miletê Kurd e li Başûrê Kurdistanê bi destê rêjîma Baasê. Her sal Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê dibîne û di vê rojê de çalakî yên cur bi cur tên lidarxistin.
Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar Kurd di navbera 2’ê Sibata 1988´an û 6’ê Îlona 1988’an ango di 6 mehan de hatin ennfalkirin û ji 4 hezar 665 gundên Başûrê Kurdistanê 4 hezar bi erdê re kirin yek.
ROJNEWS/SILÊMANIYÊ/HELEBCE
‘Komkujiyên xwe dewam dikin’
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi boneya 28'emîn salvegera komkujiya Enfalê daxuyaniyek da û hemû şehîd û qurbaniyên Enfalê bi bîr anî.
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê da xuyakirin ku dagirkeran ne tenê Kurdistan parçe kir, di heman demê de li hemberî gelê Kurd, qirkirin û tinekirina çand û ziman jî da meşandin.
Tevgera Azadî bal kişand ser komkujiyên li ser gelê Kurd û bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî van komkujiyan rexne kir û wiha dewam kir; "Komkujiya Geliyê Zîlan li Bakûrê Kurdistanê, komkujiya Amûdê, kîmyabarana Serdeşt û di dawiya sedeya 20'an de jî kîmyabarana Helebce û Enfalê ji aliyê rejîma Baas ve li ber çavê civaka navdewletî pêk hat. Bêdengiya wan li hemberî vê komkujiyê dibe xalek reş bi navçavên wan ve.”
‘Zêdetirî 182 hezar kes şehît ket’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiya Enfalê ne tenê li dijî şoreşa çekdarî ya wê demê ya gelê Kurd bû û wiha hate gotin: “Ev dijminatî û êrîşên dewletên dagirker li dijî tevahiya gelê me yê sivîl bû. Di vê komkujiyê de zêdetirî 182 hezar jin, zarok, ciwan û îxtiyarî hatin şehîdkirin. Hêzên dagirker her di sedeya 21'ê de jî komkujiyên xwe dewam dikin. Li Şengal, Kobanê, Pîrsûs, Roboskî û niha jî li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Şêx Meqsûd komkujiyên xwe dewam dikin."
Tevgera Azadî bang li tevahiya gelê Kurd kir ku pêşiya komkujî û Enfalên nû bigrin.
NAVENDA NÛÇEYAN