Li Başûrê Kurdistanê ‘Eniya Demokrasiya Gel’ wek rêxistinek siyasî ji bo çareserkirina krzîên siyasî û aborî li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin. Eniyê bang kir ku her kes dikare tevlî vê bibe.
Doh li bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna gelek siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîran ji Herêma Kurdistan û Iraqê, li salona hotela Abdullah, ‘Eniya Demokrasiya Gel’ hat ragihandin.
Daxuyaniya îlankirina Eniyê ji aliyê Dr. Mihemed Kiyanî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Eniya Demokrasiya Gel, rêxistinek demokrasîxwaz, azadîxwaz û heqîqetxwaze ku her kes dikare tevlî wê bibe û deriyê wan ji her kesî re vekiriye.
Danezana xwe eşkere kir
‘Eniya Demokrasiya Gel’ piştî ragihandina xwe, têkildarî xebat, armanc û şêwazê kar û xebatên xwe danezana xwe ya ji 12 xalan pêk tê eşkere kir.
Di danezana ‘Eniya Demokrasiya Gel’ de wiha hat ragihandin:
“Eniya Demokrasiya Gel xwedî fikir, siyaset, nerîn û şêwazek nû yê rêxistinî û çalakvaniyê ye. Di çarçoveya armanca bernameya xwe de, çareseriya ji bo hemû pirsgirêkên Kurdistan û Iraqê bingeh digire. Ji bo vê jî eniya me bawerî bi xwe heye, hêz û îradeya xwe ji civakê digire. Pişt dide îradeya gel. Her wiha xizmetkirina ji bo gel erka xwe ya bingehîn dibîne. Hewldan ji bo vala neçûna derfetek herî biçûk ê azadiyê dimeşîne û wateyek mezin didiyê. Bêgûman ji têkoşîn û ezmûna gelên me li beşên din ji bo azadiyê wê sûd werbigire.
12 xalên danezanê
* Eniya Demokrasiya Gel rêxistinekî demokratîkxwaz, azadîxwaz û mafxwaz e. Her çendî ku xwe îlan dike jî, belê hîna di qonaxa xwe ya bingeh danînê de ye. Hemû takekesê azadîxwaz, demokratîkxwaz û mafperwer dikare tevlî gava damezrandina vê rêxistinê bibe. Ji bo vê jî deriyê me vekiriye û daxwaz dikin ku çalakvan tevlî vê pêvajoyê bibin.
* Eniya Demokrasiya Gel rêxistinekî ku ji bo parastina maf û azadiya hemû pêkhateyên Kurdistan û Iraqê têdikoşe. Cûdahî naxe nav netewe, bawerî, rêgez û pêkhateyan. Her kesek ji kîjan pêkhateyekê be dikare bibe endamê vê eniyê, parastina xwe û pêkhateyên nasnameya xwe bike.
* Eniya Demokrasiya Gel xwedî pêşengiya hêza jin û ciwanan e. Her wiha di wê baweriyê de ye ku bi pêşengiya jin û ciwanan wê qonaxek nû ya siyasî û têkoşînê biafirîne û çareseriya krîzan bike. Ji bo wê jî daxwaz ji hemû jin û ciwanên azadîxwaz dikin, Eniya Demokrasiya Gel weke rêxistina xwe bibînin û di nav de têkoşîna xwe pêş bixin.
* Eniya Demokrasiya Gel xwe alternatîfek demokratîk ê derbaskirina vê krîza hemû ew fikir û nêzikatiyên ku li ser bêçareseriyê israr dikin, dibîne. Xwedî îrade û helwesta xwe ye. Serbixwe ye û pişt dide îradeya gel. Bi rêbaza siyasî, yasayî û demokrasî xebat û têkoşîn dimeşîne.
* Eniya Demokrasiya Gel di kar û têkoşîna xwe de îradeya gel, çalakiyên demokratîk û rêxistinbûna girseyî bingeh digire. Hewldan ji bo bi dawîkirina qonax û siyaseta ku ti hesabekê ji bo îradeya gel nake, dimeşîne.
* Eniya Demokrasiya Gel bawerî bi mafê çarenûsa gelê Kurdistanê heye. Ji bo wê jî her biryara gelê Kurdistanê li ser çarenûsa xwe bide, em li gel vê biryarê ne û destek dikin.
* Eniya Demokrasiya gel ji bo rêxistinkirina sîstema rêveberiya Iraqê wê têkoşîn bike. Li ser bingehê konfederalîzma demokratîk bi şêweyek ku Iraq bibe çend herêmek û her herêmek bi xwe di aliyê rêveberî de, xwe rêve bibe û li gel hev jî dinava peywendiyên konfedarlîzma demokratîk da bin. Di diyarkirina sînorê herêman de jî taybetmendiya çandî û coxrafî wê bigire dest.
* Eniya Demokrasiya Gel wê li ser bingehê rêxistinkirina peywendiyên navbera pêkhateyên Kurdistan û Iraqê li ser bingehê konfedaralîzma demokratîk xebat bike. Bi şêweyekî ku her netewe û pêkhate azad bijîn. Rêxistina xwe çêbike û bi azadî li gel netewe û pêkhateyên din ên Iraqê, yan derdorê Iraqê qadekî hevbeş a demokratîk ji bo xwe ava bike.
* Eniya Demokrasiya Gel ji bo rewabûna hemû sazî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê têbikoşe û ji bo dawî hatina li desthilata takekesî û hizbî xebat bike. Her wiha bawerî bi sîstema rêveberiya xwecihî ji bo sîstema rêveberiya Kurdistanê heye û ji bo ev sîstema rêveberiyê li Herêma Kurdistanê li ser bingehê xwerêveberiya demokratîk bikeve meriyetê wê xebat bimeşîne.
* Eniya Demokrasiya Gel ji bo xwedîderketina jêderên xwezayî xebat bimeşîne. Di aliyê aborî û darayî de rêveberiyek bi zelal esas bigire. Her wiha hemû welatî jê sodê bigirin û herî kêm be jî, ji bo hemû welatiyan jiyan sivik bibe, hewldan bimeşîne.
* Eniya Demokrasiya Gel ji bo hemû qadên xizmetgûzariyê yên weke perwerde, tenduristî, bajarvanî, tûrîzmê û weke din rêxistin bike wê têkoşîn bimeşîne û hewl bide ji bo hemû kesê di heman astê de jê sod bigire.
* Eniya Demokrasiya Gel wê ji bo sînorek li pêşiya destwerdana hêzên derve ya ji bo nav siyaseta navxweyî ya welat dane xebat bike.Her wiha li ser bingehê peywendî û berjewendiyên wekhev li gel hêzên derve peywendî çêbike.”