Di çerçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hêzên Kurd doh ku roja çaremîn a operasyonê bû bi vekirina eniyên nû re tevgera li dij DAIŞ’ê bilindtir kirin. Hêzên pêşmerge yên li bakûr û bakûr-rojhilatê Mûsilê bicîh bûbûn jî xiszin tevgerê û operasyon ji çar aliyan ve berdewam e. Têkildarî mijarê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ragihand ku bi meşandina ji çar baskan ve ya operasyonê ewe ku wargehên derdora navenda Mûsilê yên stratejîk ji DAIŞ’iyan paqij bikin. 

Fermandariya pêşmergeyan bi hevdemî ji qadên Navran, Tilsqof, Başîka û Bendava Mûsilê ve tevgereke ber bi navendê ve da destpêkirin. Balafirên şer ên koalisyonê jî bi bomberdumana hin noqteyan dixwaze astengiyên li pêşiya tevgera hêzên Kurd rake. Hate ragihandin ku Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Eniya Tilsqof rewşê dicîh de dişophine. 

7 Gund hatin rizgar kirin

Hêzên pêşmerge di tevgera xwe ya Naveran û Başîka de herî kêm 6 gund ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Hat hînbûn ku gundên li eniya Naveran hatine rizgarkirin, Navêran, Qaym, Simakî û Barimê ne. Li eniya Başîka jî gundên Rance Cemal û Xerabê Delîl her wiha Turbeya Riza ji çeteyan hatin rizgar kirin. Dema nûçeya me amade dibû li gundê Hursabat û Tizxarabê ê di bin dorpêça pêşmergeyan de şer berdewam dikir. Li eniya bendava Mûsilê jî doh gundê Batnê kete destê hêzê Kurd. Hate ragihandin ku gundên ku hatin rizgarkirin yên Kurda ne. 

DAIŞ teqemeniyan bicîh dike û direve

Beranberî tevgera hêzên Pêşmerge çeteyên DAIŞ’ê ku li ber xwe nadin teqemeniyê bicîh dikin û herêmê di terikînin. Ji ber mayin û teqemeniyên hatine bicîh kirin operasyon bi giranî didome. Li eniya Beşîka hewldanên çeteyan ên bi wesayîtên bombebarkirî hatin berterf kirin û teqandin. Her wiha balafireke bê mirov a DAIŞ’ê jî ji aliyê pêşmergeyan ve hate xistin. 

Li eniya Naveran tuneleke 800 metroyî ya wesayît jî dikarin tê re derbas bibin a DAIŞ’ê hate dîtin. Balafirên şer ên DYA’yê komên çete yên ji herêmê direvin bomberduman dikin. 

Di vê navberê de hate îdîa kirin ku payebilindên DAIŞ’ê ji Mûsilê vedikişin. Fermandarê Giştî yê Artêşa Rûsyayê Valerî Gerasîmov hişyar kir ku grûbên ji Mûsilê birevin wê derbasî Sûriyeyê bibin û rexneya, “Li dewsa kû ji herêmê bi qewirînin heremeke din pêwiste li cihê lê ne bên tune kirin.“

Artêşa Iraqê li Bartalla di tevgerê de ye

Hêzên Artêşa Iraqê jî li Rojhilatê Mîsilê di tevgerê de ne. Hat hînbûn kugundê Bartella ji DAIŞ’ê hatiye standin. Bartella gundê Xirîstiyana ye. 

Li aliyê din li herêma Mexmûrê komên çete yên DAIŞ’ê ji 7 gundên girêdayî Mexmûrê vekişiyan. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gunden mijara gotinê Mêkuk, Seydawê, Xebatê, Xinêsat, Xalîdiyê, Sellaḧiyê, Zenawêr in. Hat hînbûn ku komên çete xwe li gundê Sultan Abdullah komî ser hev dikin. 

Ebadî: Hêzên Iraqî bi pêşde diçin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî doh di civîna ji çapemeniyê re ragihand: “Hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve bi pêşde diçin. Ew jî ew hedef in ku ji wan re hatibû destnîşankirin. Armanca operasyona Mûsilê rizgarkirina welatiyên bajêre.” Ebadî diyar kir ku ligel hemû krîzên aborî jî planek wan a baş ji bo penaberên bajarê Mûsilê heye.

Heyder Ebadî her wiha diyar kir ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê di nava hevbeşiyekê de ne. 


NAVENDA NÛÇEYAN