Moînî: “Kurd, di serî de em, dixwazin hêzên muxalif pêvajoya siyasî baş binirxînin û xwe nekin navend. Divê em bi xebateke hevpar karibin guherandina Îranê ji xwe re bikin esas.”

Hevserokê PJAK’ê Siyabend Moînî der barê rewşa dawî a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de peyivî. Moînî diyar kir ku tişta li Rojhilata Navîn diqewimin ‘pêvajoyeke krîtîk e’ û got, “Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. Hêzên ku dixwazin berjewendiyên xwe yên siyasî, leşkerî û statukoya xwe biparêzin, li herêmê ketine nav şerekî mezin. Hêzên navneteweyî û herêmî yên ku ketine nav vî şerî, dixwazin di vê dîzaynkirinê de para xwe wergirin.”

Dîktator bi ser nakevin

Siyabend Moînî bal kişand ser karekterê şerê li herêmê û got, “Ev şer ji şerekî klasîk cihêtir e. Dema ku bi vê nêrînê em pêvajoya krîtîk dinirxînin, ji xeynî ‘şerê cihanê yê sêyemîn’ em nikarin pênaseyeke din bikin. Li ser çar parçeyên Kurdistanê êrişên leşkerî, siyasî, ekonomîk hene. Tevgera Apoyî bi tenê bersiv da van êrişan. Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven li hemberî van êrişan dest bi greva birçîbûnê kir. Ev helwêsteke azadîxwaz û şoreşgerî ye. Derket holê ku li hemberî vê daxwaza azadiyê ti dîktatorî nikare bisekine.”

PJAK li her qadê li ber xwe dide

Moînî diyar kir ku PJAK ji bo demokratîkbûna Îranê û ji bo azadiya gelên li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşe û got, “Li her qada ku me hêza xwe lê birêxistin kiriye, me xwe ji bo têkoşînê amade kiriye. Yek ji qadên vê têkoşînê jî berxwedana hevrêyên me yên li hepsên Îranê ye. Ligel ku dihatin darvekirin jî berxwedana rêhevalên me yên li hepsan, neşikest. Îranê fêm kir ku ew bi qetilkirinê nikare berxwedana me bişikînin.”

Me 10 xal pêşniyaz kirin

Hevserokê PJAK’ê Siyabend Moînî di dewamê de li ser projeyên partiya xwe jî got, “Me ji bo çareseriyê projeyeke ji 10 xalan pêşniyaz kir. Dibe ku nihêrîn û projeyên me di hin cihan de ne wekî hev bin. Lê tişta ku em ji hêzên din dixwazin ev e ku bi nihêrîneke demokratîk li bûyeran binihêrin û ji çarçoveyeke berfireh li rewşa dawî ya herêmê binihêrin. Hin hêzan bersiveke erênî da projeya me, vê yekê em kêfxweş kirin. Hinekan jî bi nihêrîneke teng lê nihêrî û ji bo pûçkirina wê çi ji destê wan hat, kir. Ev dibe ku di demên pêş de ji bo hêzên muxalif ên Îranê bibe rewşeke nerênî.“

Divê şert baş werin bikaranîn

Siyabend Moînî di dawiyê de ji gelê Kurd xwest ku vê pêvajoyê baş bi kar bînin: “Divê Kurd bibin yek û rola xwe bi cih bînin. Lê hinek kes pêşiya vê yekîtiyê digirin. Her dem hewldaneke me hebû ku em li ser têkoşîna hevpar û prensîpên hevpar werin ba hev û diyalogê bidin destpêkirin. Em vê hewldanê didomînin. Em dikarin bibêjin, hin hêzên din jî hewldanên wan ên wisa hene. Di pêvajoyên bihurî de bi hin hêzên Rojhilat re hin hevdîtinên me çêbûn. Kurd, di serî de em, dixwazin hêzên muxalif pêvajoya siyasî baş binirxînin û xwe nekin navend. Divê em bi xebateke hevpar karibin guherandina Îranê ji xwe re bikin esas.”

 

  NAVENDA NÛÇEYAN