Mihemed li hemberî beşdarnebûna ENKS’ê ya civîna amadekariya rêveberiya demî nerazîbûn nîşan da. Telab Mihemed ku têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku hinek endamên ENKS’ê îdîa kirine ku haya wan bi çapemeniyê tüne bûye, lê ev îdîa ne rast in.


‘Me bi hev re biryar da’
Mihemed, bibîr xist ku ENKS’ê projeya rêveberiya demî ya PYD’ê qebûl kiriye û piştî hevdîtinan ev proje wekî projeya ENKS’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hatiye pejirandin. Mihemed bal kişand ku herdu meclîsan ji bo projeyê bi hevre kar meşandiye û ev agahî dan: “Di 16, 17 û 18’ê tebaxê de ev proje ji aliyê ENKS’ê ve hate nîqaşkirin û komîteyek ji 7 kesan pêk tê hate avakirin.Ev komîte ji bo ku hevdîtinan bi MGRK’ê pêk bîne, hatibû avakirin.  Şertê ENKS’ê ew bû ku proje bi navê herdu meclîsan bê pêşkêşkirin. Piştî van civînan di navbera herdu meclîsan de hevdîtin hatin kirin û proje wekî projeya herdu meclîsan hate qebûlkirin, her wiha pêşkêşî hemû pêkhateyên herêmê hate kirin.”


‘Bang li herkesî hate kirin’
Mihemed, da zanîn ku piştî van hewldanan bang li hemû pêkhateyên herêmê hatiye kirin ku di 7’ê Mijdarê de tevlî civîna damezirandina meclîsê bibin û wiha dom kir: “Di vê civînê de 85 kesên ku di nava wan de nûnerên ENKS û MGRK’jî hebûn amade bûn. Lê ji ber ku wext teng bû, civîn bidawî nebûn.” Mihemed, destnîşan kir ku civîn di 12’ê mijdarê de berdewam kir û temam bûye, lê endamên ENKS’ê bêyî sedem nîşanbidin nehatine civînê û wiha berdewam kir: “Ji bo ku ew tevlî bibin civîn 2 saetan hate talokqkirin. Lê nehatin û ez li hemberî vê yeke matmayî mam. Civîn bêyî wan dom kir. Di encamê de Meclîsa Giştî ya Damezirandina Rêveberiya Demî û Desteya Şopandina Projeya Rêveberiya Demî ku ji 59 kesan pêk tê hate avakirin.”

QAMIŞLO