Serokatiya ENKS´yê yekşema bihurî biryar da ku ofîsên xwe ji nû ve li Rojava veke.

ENKS vê weke kirineke nîşandana niyeta baş beramberê banga Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî, bi nav dike.

Serekê Ofîsa Çapemeniyê ya QSD´ê Mustafa Balî berê pêşniyaz kiribû ku bibe navbeynkar di pêvajoya aramkirina navxweyî ya Kurdan li Rojava de.

Mustafa Balî dibêje, partiyên Kurd divê bi berpirsiyarî xwe nêzî pêvajoya li hevkirin û lihevnegirtinê bibin. Wî hêvî kir ku TEV-DEM û ENKS karibin li hev bikin û heger ev nebe jî tecrûbeyên pêvajoyê ji bo hewldanên li pêşiya me bên bikaranîn.

Li gorî Aron Lund ê lêkolînerê li weqfa bi navê Century Foundationê dibêje, hovîtiya dewleta Tirk li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî kir ku xelk Rojava êdî ji lîderên ENKS´ê qebûl neke û ENKS biryarê bide bi rengekî bi Rêveberiya Rojava re li hev bike.

Lê qelsiya ENKS´ê dike ku ew fikaran bike, “ENKS li cihê cih pir qels e û dibe ku nikaribe xwe ji destekkerên xwe yên biyanî qut bike. Wekî din lihevnekirinên esasî jî hene.”

 

HEWLÊR