Li Serêkaniyê nunerin ji Meclîsa gel û nunerên ji hin partiyên bajarê Serêkaniyê pêşkêşiya Şandê kirin û serdana Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kirin. Li wir endamê Meclîsa herêmî ya bajarê Dêrîkê Elî Îbrahîm li ser girîngiya rola şehîdan di azadiya gelên bindest de axivî û şehîdên berxwedana Serkaniyê bi bîr anîn.

Endamê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Xelîl Osman jî bixêrhatina Şandê kir û serdana wan spas kir û balkişand ser pêwîstiya yekdengiya Kurdan li hemberî pilanên li ser gelê Kurd tên meşandin. Şandê bi serdana cihên ku ji ber topbarankirina rejîm û komên çekdar ve ziyan gihîştine wan bi dawî kir. 

ANHA/SERÊKANIYÊ