Mamostayê Zanîngehê Dr. Selam Ebdulkerîm diyar kir ku Tirkiye, her pêşketineke li Rojavayê Kurdistanê ji xwe re weke metirsî dibîne û got, “Emerîka bi dayîna çekan ya YPG’ê bersiveke zelal daye Tirkiyê. Ev jî bû sedema nerazîbûna Tirkiye û ENKS’ê.” 

Biçekkirina Emerîka ya YPG’ê Tirkiye, ENKS û PDK nerehet kir û bû sedema nerazîbûna wan. Li ser vê yekê serokomarê Tirk Erdogan û Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêr çûn serdana Emerîkayê.

Emerîka PYD û YPG´ê ji hevpeymanên stratejîk dibîne

Têkildarî vê, rêveberê Fakulteya Perwerdeya Zanistên Beşerî li Zanîngeha Silêmanî  ya Seyîsadiqê Dr. Selam Ebdulkerîm got, “Piştî ku Emerîkayê ragihand ew dê piştgiriya çekan bide YPG’ê, hema yekser Tirkiye û ENKS li dijî vê derketin. Ev peyameke zelal ya ji bo Tirkiyeyê bû ku Emerîka, PYD û YPG’ê ji hevpeymanên xwe yên stratejîk dibîne.”

Dr. Selîm Ebdulkerîm axaftina xwe wiha dewam kir: “Tirkiye, her bûyera li Rojavayê Kurdistanê rûdide, ji xwe re weke metirsiyê dibîne. Lê, dîsa jî mumkin e ku Emerîka hem bi aliyên Kurd re hem jî bi Tirkiyeyê re hevsengiyekê saz bike.”

Ebdulkerîm her wiha diyar kir ku bal kêş e, Erdogan serdana Emerîka kir, Emerîkayê jî di heman wextê de şandeyek ji bo hevdîtinan pêk bîne şand Rojavayê Kurdistanê. 



ROJNEWS / SEYIDSADIQ