ENKSê beşdarî hilbijartinên kantona Cezîrê nebû. Xwe ji (Yekîtiya Siyasî) jî vekişand. Piştî vê yekê bi çend rojan şandeya ENKSê serdana Enqere kir û hevdîtin bi Wezîrê Karê Derve yê Tikriyê re çêkir. Ev hevdîtin ji mêj ve hatibû pîlankirin. ENKSê ne tenê hilbijartinan red dike, lê ew hebûna Kantonan û hebûna YPG û YPJ jî red dike. ENKSê dixwaze çarenûsa Rojava bi ya Koalisyona nijadperest ya Stenbolê (Itlaf) ve girêbide. Dixwaze Rojava bike navenda şerê rejîma Esed û komên muxalefeta Sûriyeye, yên girêdayî Qeter û Tirkiye. Ji bo pêkanîna vê pîlanê ENKSê hatiye wezîfedarkirin û gelek pere û polan distîne.
Ji dema ku gelê Sûriye li hemberî rejîma Beşar Esed serî hilda û heta niha, partiyên di nava ENKSê de qedera xwe sipartine hêzên muxalefeta Şamê û peyatiya wan li ser xwe qebûl kirine. ENKSê dixwest tiştê ku bi serê bajarên Sûriyeye hatiye, bi serê bajarên Rojava jî were. Dixwest Kurdan bê irade bê hêzek eskerî, bê statû û rêvebirî bihêle. Wan bike peyayên xelkê û ji bo berjwendiyên her kesî bide xebitandin. Dema ku TEV-DEMê ev siyaset qebûl nekir û dest bi avakirina Kanton û YPG kir, pîlanên ENKSê têk çûn û zextên muxalefeta Sûriye li ser wê zêde bûn. Xwestek weha bû: Divê hûn bi hemû hêza xwe li dijî tecrubeya Rojava derkevin. Divê li wir şer peyda bibe û tevahiya herem mîna beşên din ên Sûriyeye wêran bibe!.
Ji dema ku DAIŞ êrîş li dijî Rojava daye destpêkirin û heta niha ENKSê tu alîkarî bi berxwedana gel re nekirî ye. Di nava YPG û YPJ de tu alîgerên wan nînin. Di şerê li dijî DAIŞ tî alîkarî nedane. Ne bi xwînê û ne bi xwîdanê beşdar bûne. Berovajî vê yekê, wan li cem dijmin cihê xwe girtine û heta niha li dijî daxuyaniyên (Itîlafê) yên dijminane tu helwestek kurdewarî û mêrane diyar nekirine. Wan li dijî Rojava, YPG û YPJ hemû şêweyên derew û bêbextî belav kirin. Bûn beşek ji kampaniya reşkirinê ya ku dewleta tirk û (Itîlaf) li dijî Rojava û Xweseriya Demokratîk û Tevgera Azadiya Kurdistanê birêve dibe.
Hevdîtina Wezîrê Karê derve yê Tirkiyê bi ENKSê re tê wateya jihevbelavkirina irade û yekîtiya Kurdên Rojava. Tê wateya bikaranîna ENKSê li himberî Rojava û TEV-DEMê. Sozên ku dewleta Tirk dane ENKSê hemû li dijî berjwendiyên gelê Kurd û destkeftiyên Rojava ne. Ji ber vê yekê divê ji aliyê rêveberiya Rojava tedbîrên cidî werin girtin û ENKSê nema wek berê karibe di nava saziyên rêveberî û parastina Rojava de cihê xwe bigre.
PDKê ji bo destekdayina ENKSê daxuyaniyek belav kir û hilbijartinên Kantona Cezîrê wek „nerewa“ nîşan da. PDK a ku demokratiya Swîsrayê pêktîne, doza demokratiyê li Rojava dike!. PDKê hîna dixwaze li Rojava sîstemek fiftiy-fifty wek mîna ku li başûr serdest e, peyda bibe. Ev yek nabe. Eger PDKê xemxwara Rojava ye bila ji ENKS bixwaze ew jî beşdarî parastina Rojava bibe û li dijî berjwendî û hebûna wê dest ji siyaseta xerabkirinê berde!.
Li Sûriyê ti serhildana gel nemaye. Niha şerekî mezhebî heye. Şerekî kirêkirî heye. Her komek bi aliyekî ve girêdayê û li dijî ya din şer dike. Eger ENKS hêvî dike ku “serhildana gel” li Sûriye wê rojekê bi serbikeve û dê DYA û EU rejîma Esed birûxînin û ENKSê û hevkarên wê bînin Şamê li ser textê desthilatdariyê, ew gelekî şaş e. Her weha eger bawer dike ku dê (Itîlaf) bibe hakimê Sûriyê û ENKSê bî darê zorê bîne li ser TEV-DEMê ferz bike, ew carek din şaş e. Kesek nikare hêza YPG û YPJ ya ku di nava cîhanê de bûye sembolên azadî û berxwedanê, têk bibe. ENKSê an divê vegere Rojava û mîna Ereb û Asûriyan bibe beşek ji sîstema xweparastin û avakirinê, an jî divê eşkere dijminatiya xwe diyar bike û mîna (Itîlaf) bibe basikê DAIŞê yê siyasî.
Hikûmeta Kantonan jî divê helwestek xurt li himberî hevkarên DAIŞê yên siyasî diyar bike. Hevkarên siyasî yên ku eniya berxwedanê ji hundir ve qels dikin û bi van helwestên xwe yên xwefiroşî cesaretê didin dijmin….