Husên bi lêv kir ku têkçûna xebatên Desteya Bilind gel xemgîn kiriye lê belê hestên gel bi Lêvegera Siyasî dîsa yindî bû û got: “Me û bi baldariyeke mezin civînên Duhokê û xebatên Lêvegera Siyasî dişopandin. Em kêfxweşbûn û me xalên hevpeymanê û bi taybet damezirandina Lêvegera Siyasî di berjewendiya gelê Kurd de nirxand. Em li bendê bûn ku xalên lêvegerê bêne piratîzekirin.”

Her wiha Husen bi bîr dixe ku nakokiyên nava ENKS’ê de peşiya pêşketina Lêvegera siyasî digre.


ENKS’ê ne bi vîna xwe tevdigere

Husên dibêje ku hinek derdor berjewendiyên xwe esas digrin û wiha pê de çû: “Mixabin berjewendiyên hin hêzên herêmî û girêdana ENKS’ê bi hêzên derve re, her wiha nakokiyên navbera partiyên ENKS’ê bû sedema Lêveger aktîf nabe. Bi vê yekê hêviyên gelê me têk çûn. Di vir de jî ez dibêjin hincetên ku ENKS’ê derdixe holê dixwaze nakokiyên xwe yên navxweyî veşêre. Sedema rawestandina Lêvegerê berovajî bikin. Bi rastî sedema sereke a rawestandina Lêvegerê girêdana ENKS’ê bi hêzên derve re û şerê di navbera partiyên wan û rêveberên wan sedema sereke ya vekişîna wan e.”

Helbestkar Nûrî husen diyar dike ku ENKS tavil ji helwesta xwe ya ezezêtiyê berde û berjewendî û îrade gel esas bigre.


DILŞAD CÛDÎ/HESEKÊ/ANHA