Navenda PEN´a Elmanyayê: Piştgiriya me û dilsoziya me bi wan mirovan re ye ku neçar man ji devera şerî koçber bibin. Qehr û hêrsa me jî li dijî wan kesan e ku rê li ber vê felaketê vekirin: Desthilatên li Enqerê, wezîrên wî û eskeriya wî.

Navenda PEN´a Elmanyayê bi daxuyaniyekê hem êrişa dagirker a dewleta Tirk a li dijî Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan şermezar kir û hem jî bi 7 xisûsan ev dozên hanê kirin: tavilê rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk, berdana mirovên dijberiya şerkirî, ambargoyeke berfireh a li dijî Tirkiyeyê, daxuyaniyeke NATO´yê ku bibêje di vê dagirkeriyê de hevgirî nabe, damezrandina Dadgeheke Navneteweyî ji bo lêkolîna sûcên şer ên dagirkerên Tirk.

Navenda PEN´a Elmanyayê ya navenda wê li Darmstadtê bi daxuyaniyekê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Daxuyanî li ser navê serokatiya Navenda PEN´ê û nivîskarên mişext ên Kurd ên ku ew wan teşwîq dike hat dayîn. Li ser daxuyaniyê jî ji Manîfestoya Bled a Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PEN´a Navneteweyî hat bicihkirin: “Her kes û milet xwedî mafê aştiyê ne û divê ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî jî weke beşek ji mafên mirovan ên gerdûnî bên qebûlkirin.”

Qehr û hêrsa me li dijî Enqerê ye

Navenda PEN´a Elmanyayê got, Tirkiyeyê dagirkeriyeke li dijî hiqûqa navneteweyî daye destpêkirin, û wiha dewam kir: “Piştgiriya me û dilsoziya me bi wan mirovan re ye ku neçar man ji devera şerî koçber bibin. Qehr û hêrsa me jî li dijî wan kesan e ku rê li ber vê felaketê vekirin: desthilatên li Enqerê, wezîrên wî û eskeriya wî. Dewleta Tirk herêma Kurdan ya li Bakurê Sûriyê daye ber êrişa xwe ya dagirkeriyê bi wan çeteyên xwe yên cîhadiyên tundraw. Sivîlên weke siyasetvan û parazvana mafê jinan a Kurd Hevrîn Xelef bi qesd û armanc hatin qetilkirin, êşkence li girtiyan tê kirin û ew tên kuştin. Ev sûcên şer divê bikevin ber taqîba cezayî û bên cezakirin.”

Bila NATO bibêje ev şer ê dagirkeriyê ye

Navenda PEN´a Elmanyayê xwest, NATO jî, heger şer bê ser erdên Tirkiyeyê jî diyar bike ku rewşa hevgirtinê wê ji bo Tirkiyeyê ne lê be.

Navenda PEN´a Elmanyayê wekî din hêvî kur Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û Konseya wê ya Ewlekariyê jî behsa mijarê bikin û bi “gotin zelal” li dijî êrişkariya Tirkiyeyê biaxivin. Wê ji Yekîtiya Ewrûpayê jî xwest ambargoyeke dijwar dayne ser dewleta Tirk.

7 xisûsên weke mueyîde

Piştî van gotinan jî Navenda PEN´an Elmanyayê ev daxwazên li jêr kirin rêz:

  • Tavilê vekişandina esker û çeteyên Tirkiyeyê ji Sûrî.
  •   Aliyê Tirkiyeyê bila di cih de şerî bisekinîne.
  •  Tavilê berdana wan mirovên dijberiya şer kirine li Tirkiyeyê, û berdana muxalif, rojnamevan, hunermend û nivîskaran.
  •  Danîna Ambargoyeke hemû sîleh û parçeyên sîlehan, madeyên xam û madeyên kîmyewî yên bi kêra hilberîna sêlehan tên li dijî Tirkiyeyê.
  •  Daxuyaniyeke NATO´yê ku bi bibêje, rewşa hevgirtina NATO´yê wê nebe.
  •  Damezrandina Dadgeheke Navneteweyî ji bo lêkolîna sûcên şer ên dagirkerên Tirk.
  •  Di asta neteweyî û navneteweyî de rêzgirtina ji mafê xweseriyê yê Kurdan û yên miletên din ên li herêmê re .
 

 FRANKFURT