
Osman anî ziman ku di hemû êrîşan de hikûmeta Iraqê bêdeng maye û wiha berdawam kir: „Bêdengî êrekirina va êrîşan e. Ev jî nîşan dide ku Îran, Tirkiye û Iraq li ser hin mijaran li hev kirine. Ev operasyonên leşkerî yên ku têne kirin hemû vala ne. Ji ber ku çareseriya pirgsirêkê li Şam, Enqere û Tehranê ye. Ji bilî vê bi tu rê û rêbazan ev pirsgirêk dê neyê çareserikirin. Bi topebarankirina sînoran ev pirsgirêk nayê çareserkirin.“
Kurd dê qebûl nekin
Osman da zanîn ku armanca êrîşan ew e ku başûrê Kurdistanê li dijî Bakur û Rojhilat bidin şerkirin û wiha axivî: „Ango polîtîkaya Kurdan bi destên Kurdan bidin qirkirin e. Bi vî rengî dixwazin li ser başûrê Kurdistanê pêkutiyê bikin, PKK û PJAK’ê rêxistinên terorîst bidin îlankirin û li dijî wan şer bidin destpêkirin. Dema ku birêz Barzanî li hemberî vê yekê derket dewleta Îranê bi fermî ew tişt got; ‘Barzanî li herêma xwe cih dide terorîstan û piştgiriyê dide wan.’ Wetaya vê çi ye? Ev Kurdan terorîst îlankirin e. Îran ji bo kesê ku Kurdan wekî Serokê Herêmê hilbijartiye re wiha dibêje. Demên borî di navbera Kurdan de şerên bi vî rengî pir qewimî û Kurdan tiştek jî qezenc nekirin. niha Kurdek jî naxweze vegere wê paşeroja tarî. Li başûrê Kurdistanê Kurdek jî li dijî PKK û PJAK’ê şer nake.“
Şirîkê vê operasyonê ne
Yekîtî girîng e
Osman got ku helwesta Îranê pir tund e û domdar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: „Li gorî min ev rewş li ser tasfiyekirina Tirkiyeyê pêş dikeve. Tirkiyeyê ji Îranê re gotiye ‘hûn jî hinekî wekî min nêzîk bibin.’ Tirkiye jî ji bo ku li dijî başûrê Kurdistanê operasyonê bike hincetan digere û dê bike jî. Divê ji her demê zêdetir Kurd niha yekîtiya xwe pêk bînin û alîkariyê bidin hev. Heke bi hevre tevbigerin, ew nikarin li dijî Kurdan tiştekî bikin.“
DÎHA/HEWLÊR
Parlmenterê Lîsta El Iraqiye Ahmed Elwanî nerazîbûneke tund nîşanî êrişa artêşa Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê da û ji hikûmeta Iraqê xwest ku xaka Îranê bombebaran bike.
Endamê Lîsta El Iraqiye Ahmet Elwanî ji ajansa nûçeyan a Wafê re axivî û bêdengmayîna Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî ya li hemberî êrişa Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir.
Elwanî di daxuyaniya dayî de got, “Ger Îran topbarana li ser gundên ser sînor ên Herêma Kurdistana Federal bidomîne, divê Iraqê jî bi heman awayî bersivê bide topbaranê. Ango, divê Iraqê xaka Îranê bide ber topan. Helwesta hikûmetê ya li hemberî vê hewldana Îranê ya ne zagonî ne zelal e. Heta îro jî Serokwezîrê Nûrî el Malikî li hemberî van topbaranên Îranê bêdeng e.”
BEXDA