SUNA ALAN
Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut ku xebatên wê yên sazkirinê berî salekê hatibû destpêkirin, hemî prosedurên qanûnî bi cih anî û bi awayê fermî li bajarê Düsseldorfê (Elmanya) dest bi xebatên xwe yên çandî-hunerî kir.
Ev enstîtûtî ne ji bo qezenca kesî, ji bo feydeya giştî û li gorî şêweya weqfê hatîye damezrandin. Dîrektorê enstîtûyê Hakan Akay dibêje: “Serdema ku em tê de ne di heman demê de serdema şarezayîya dijîtal e. Di vê serdemê de hin bûyer wê bi norm û nirxên nû re cih veguherînin. Gelo em ê bûyerên ku diqewimin tenê bi bersiva baş û xerab binirxînin û rexne bikin, an jî mercên vê serdemê li gorî xebatên xwe yên çandî û hunerî ji nû ve dîzayin bikin û bi dûrneketina ji armancên xwe bibin aktorên eslî yên vê qadê? Kêşeya me ya bingehîn ev e.
Hatina vê merhaleyê girîng e
Ez zanyarîyên me yên der heqê çand û hûnera kurdî de dîşibînim zanebûna feylesofê serdema Yewnana Antîk, Demokritî ya ku 2500 sal berê der heqê “Atomê” de dizanibû. Demokrit tiştê herî piçûk ê di xweyazê de wekî Atomus, ango Atom bi nav kiribû. Lê dîroka agahdarîyên li ser parçebûna Atom û perçikên Proton, Neutron û Elektron heta agahdarîya hebûna perçikên Protonê bi qasî 110-120 sal e. Ger ez bi kêm-zêde bêjîm, bi gelemperî zanebûna me ya der heqê tarîx, çand û hunera kurdan de, tevî tiştên ku me bihîstine û me bi xwe afirandine bi qasî zanebûna Demokrit a ku 2500 sal berê ji bo “atomus” gotî ye. Bê şik ger meriv pêvajoya dijwar a sosyal-çandî ya ku gelê me tê de ye û mêzîna polîtîk a navnetewî berbiçav bike, hatina vê merheleyê jî bi qasî zanyarîya “atomus” girîng e, û hêja ye.
Sedsala rewşenbîriya Kurdî
Lê ez difikirim ku kêşeya me ya esil, bi gotinekê din “sedsala me ya nû” niha dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê em bi hûrgilî û kûrahî bikevin nav çand û hûnera xwe, her merheleyê li gorî taybetmendî û pêşketinên wan bikolin û lêgerînan çêkin. Li gel vê yekê, ger em zanyarîyên ku di encama van lêkolin û lêgerînan de bi dest bixin, bigihînin nifşên nû, ji bo lêgerînên nû bikin çavkanî û di heman demê de em bikaribin di hilberînên xwe yên hûnerî de jê feyz bigrin, em ê sedsala rewşenbîrîya Kurdî bibînin.
Hakan Akay kî ye?
1973yan de li Vartoyê ji dayik bû. Ji 1996an pê ve li Elmanyayê dijî. Di navbera salên 1997-99an de li Düsseldorfê li Zanîngeha Heinrich-Heine beşa sosyolojîyê xwend. Di 1999an de di heman demê de dest bi perwerdeya tonmeîsterî û produktorîya muzîkê kir. Di amadekirina 200 albumên muzîkê de wekî tonmeîster û produktorê muzîkê xebitî.