
Di 15’ê Tebaxê de guleya yekemîn tenê ne li hemberî dagirkeriya Kurd heman demî li hemberî her babetê kolekirin û paşverûtiya Kurdan hat avêtin. 15’ê Tebaxê wekî berdewamiya berxwedana 14’ê Tîrmehê derba mirinê li cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê da û çarenûsa gelê Kurd a reş bidawî kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ruhek avakir. Ev ruh Kurdên ku li ser doşeka mirinê li ber sekratê bû rakir ser piyan û ber bi têkoşîna azadiyê ve bir. Ango vejîna Kurd pêk hat. Pêngava 15’ê Tebaxê di bin berpirsyariya fermandarê mezin rêheval Egîd de destpêbû heya roja me ya îro bi bedelên giranbûha û bi kedeke mezin bê navber berdewam dike. Fermandar rêheval Egîd bi şehîd Erdal û Bedran ve ruhêkî mezin avakirin û li ser bingehê vî ruhî ev 29 salin Tevgera Azadiya Gelê Kurd têkoşîneke bê eman dimeşîne.
Ev 29 sale kadroyên Tevgera Azadiya Gelê Kurd bi fedakariyeke mezin û bi awayekî fedaî xwedî li doza pîroz derdikevin. Di oxira doza Kurd a pîroz de bi qehremaniya nîşandanin destan nivîsandin û mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiya gelan a li ser rûyê cîhanê dan. Û îro qonaxa Kurd gihiştîne ne asteke ji rêze ye. Gelê Kurd astek bi destxist û gihişt gelek destkeftiyan. Elbet di ev 29 salan de gelê Kurd di vê rêyê de kêm bedel nedan. Zarokên vî gelî yên herî delal di ev rêya rûmet û şerefê de bê teredût canê xwe dan. Keç û Xortên leheng çiyayên Kurdistanê dilop bi dilop xwîna xwe av dan. Gelê Kurd li zarokên xwe xwedî derketin û kolanan kirin qada çengê. Li hemberî tang û panzêran sînga xwe vedan. Tenê bi keviran ma be jî li berxwedan û serî netewandin. Pir caran di van serhilanan de şehîdên ku em wan wekî şehîdên serhilanê bi nav dikin derketin. Ango ev 29 salin gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê, li kolanan, li zîndan û li her qadên ku têkoşîn lê dimeşîne şehîd dan û didin. Di her kêliyê ev 29 salan de berxwedaneke bi xwînê hatiye nivîsandin heye. Ango bi xwîna şehîdan 15’ê Tebaxê bû şoreşa vejînê. Heya niha bi gerîla û bi milîsan bi giştî me 20 hezar şehîd dan. Me 20 hezar milîtan û fermandar dan û em wisa hatin vê rojê.
Şehadetên ku nayên hezmkirin
Fermandarê çalakiya Oremarê
Hevalê Hûseyîn ji bo ku rêveberiya partiyê îkna bike ku ew biçe Garzanê tam salekê xebîtî. Li ser hevûdu rapor dinivîsandin. Lê partî ne dixwest heval Hûseyîn bişîne Bakur. Heval Hûseyîn bixwe jî Endamê Meclîsa PKK’ê bû, Endamê Konseya Rêber a KCK’ê bû. Berê jî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê bû. Lê em wilo ne. Ji bo yek ji me biçe erkeke divê em hemû qebûl bikin. Li ser hev name, îzahat û rapor dinivîsand. Lewma bi îsrareke mezin hewldanên wî hebûn. Heta di raporek xwe de Heval Hûseyîn wisa dibêje: “Çima partî vê erkê nade min. Ez şehîd bikevim wê partî cardin jê îstîfade bike. Wê her partî bi ser bikeve. Ez şehîd nekevim jî ez ê xebateke mezin ji partiyê re bikim. Ez li wir eşîran nasdikim û eşîra min li wir e, ez li wir kesayetan nas dikim. Ez li herêmê de ma me. Teqez ez ê herim û ez dikarim biçim. ”
Rêhevaltiya Erdal û Huseyîn
Me di vê rê de nêzî 20 hezar şehîd dan. Gelek fedaiyên mezin û qehreman hene. Ji endamê meclîsa PKK’ê, Konseya Rêveber a KCK’ê û endamê meclîsa HPG’ê me şehîd dan. Gelek şahadet û berxwedanên mezin çêbû. Li hemberî êrîşkariya dagirkeriya Tirk, êrîşê NATO, li hemberî êrîşkariya rejîma Îran û îro jî li hemberî êrîşkariya Ereban berxwedan heye. Berxwedana Egîdan heye, berxwedana leşkerên 15’ê Tebaxê heye. Wisa ev doza pêşketiye û wisa têkoşîn birêketiye. Ango ji şahadetê Şîlanan heya yê Rûsteman, Çîçekan, Alî Şêran û wekî din gelek hevalên ku bi şahadetên xwe destan avakirine wekî Rûbar Mardîn, heval Baz, heval Simko her şahadetek bi şopa xwe destanek ava kiriye.
Ji bo em layiqî şehîdan bin...
Dijmin nikarîbû gerîla bi sere derî bikira êrîşî Serokatî kir. Serokatî êsîr girt. Ev 15 salin Serokatî êsîr e û niha têkoşîna gerîla hatiye qonaxa Serokatî azad bike. Elbet têkoşîn ne tenê gerîla ye. Ev gela hemû têkoşîn dike. Lê gerîla hêvan e, navend e. Gerîla rol û misyonekî dileyze. Hebûna gerîla hêz dide civakê. Di navbera xwe û neyar de hevsengî çêdike û wisa şert û mercê têkoşîna siyasî û demokratîk ava dike. Ji bo vê yekê jî têkoşîna gerîla bingeheke esasî ye. Pêngava 15’ê Tebaxê wisa li Kurdistanê pêlek pêş xistiye.
MURAT KARAYILAN