Operesyona ‘Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina Minbicê di roja xwe ya 15’an de dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de doh li gorî nûçegihanên ANHA’yê, şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê gundek û çend gundikên hema bi taxên bakurê bajarê Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Nûçegihanan diyar kir ku di encama şerê rizgarkirina van herêman de 8 çete hatine kuştin û 7 çekên kalaşinkov û 2 cihazên bêtêl jî hatine destserkirin.
Li gundê Qenat El-Xira yê başûr rojavayê bajarê Minbicê jî, pêr bi şev di navbera şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şer qewimî û vî şerî doh jî heta amdekirina nûçeyê dewam dikir.
Serçeteyê DAIŞ’ê hat kuştin
Li aliyî din çavkaniyên pêbawer ji hundirê Minbicê ragihandin ku serçeteyên “Husbe” yê DAIŞ’ê li bajêr hatiye kuştin. Li gorî agahiyê serçeteyê “Husba” yê DAIŞ’ê yê bi navê Ebû El-Hîcai yê ji gundê El-Oscelî di encama şerê bi Meclîsa Eskerî ya Minbicê re hatiye kuştin.
MINBIC
Bawer nedikirin rizgar dibin
Her roj bi tirsa ku dê bêne serjêkirin an jî êşkence li wan bêkirin xelkê Minbicê dijiya, lê niha xwe gihandin warên hatine azadkirin, loma bawer nedikirin ku dê azad bibin.
Bi hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla re ku ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê û derdora wê hatiye destpêkirin, bi sedan niştecihên bajêr xwe ji çeteyan xilas kirin û gihandin cihên azad ên di destê hêza Meclîsa Eskerî ya Minbicê û QSD`ê de.
Welatiyan diyar kir ku wan bawer nedikir ku ew ê ji çeteyên DAIŞ`ê xilas bibin, ji ber ku her tim bi tirsa serjêkirina mirovan û hemû tiştên xirab ên çeteyan ew dijiyan.
Welatiyên azadbûyî got, dema şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê nêzîkî li bajêr kir, ew jî, ji malên xwe reviyane û xwe gihandine cihên ku şervanan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirî, şervanan jî alîkariya wan kiriye.
Zarokên ku tirsa çeteyan afirandî ji ser xwe avêtî jî, bi kêfa xilasbûna ji vê tirsê dijîn.
MINBIC