Li gor xebatên Desteya Koordînasyona Wanê , 114 jê jin, 107 zilam û 232 zarok bi giştî 453 kes di konteyniran de rastî gelek zextan tên, elektrîka wan hatiye qutkirin, cihên wan ên jiyana hevpar hate rakirin û mîna ambargoyek li hember wan tê meşandin. Erdhejzedeyan diyar kirin ku konteynerên li Bajarê Konteyner ê Anadolu ku ji aliyê AFAD ve tên komkirin gumanan bi erdhejzedeyan re çêdike. Dîsa gera polîsan a bi maşîneyên zirxî di nav konteyniran dibe sedema tirsa psîkolojîk. Çareseriyeke mayînde Erdhejzedeyê bi navê Îbrahîm Şahbaz ê 55 salî diyar kir ku ligel maşîneyên zirxî, polîsên sivîl 24 saetan di nav konteyniran de digerin û bi vê li ser wan zextek çêdibe. Şahbaz anî ziman ku xwedî malbateke 7 ferd in û di konteyneran de di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Şahbaz, anî ziman ku konteynerên vala ji aliyê xebatkarên AFAD ve tên komkirin û hêdî hêdî wê dest bi komkirina konteynirên wan jî bikin. Şahbaz xwest ji bo pirsgirêk bitevahî bidawî bibin çareseriyeke mayînde bêkirin.
DÎHA/WAN