Berpirsa Têkiliyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed, derbarê êrişa şehîdkirina Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî, li ser tora civakî peyameke nivîskî weşand.
Peyama Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha ye:”Erdogan bi kuştina zarokên me şanaziyê dike, lê em…
Wêne û dîmenên şehîdxistina rêveberên neteweyî û sembola berxwedana gelê me, belav dike. Em jî piştî dîtina vî dîmenî û bidawîbûna filmên Tirkî, bi tîşort û pantolonên Tirkî diçin market û dikana wan, piştre jî destê xwe bi xwarin û vexwarinên Tirkî tijî dikin. Heta amûrên nava malê jî hemû tiştên Tirkî dikirin. Piştre jî telefon û hemû kelûpelên Tirkî li cihên serekî yên mala xwe datînin.
Heta kengî?
Ev rewş wê heta kengî dewam bike? Dîwanxaneya parlamenê wê kengî dengê xwe derxe? Komên parlamentoyê, hizb, siyasî, rewşenbîr û çalakvan wê heta kengî bêdeng bin? Bila bêdengî bes be, divê rijandina xwîna zarokên me hêsan nebe û êdî van destdirêjiyan qebûl nekin. Erê, we hevdû kiriye rêber, rayedar û nûnerên me. Baş e, di demekê de ku ji nivîsandina peyameke sersaxiyê ditirsin, bi rastî jî hunê karibin mafên gelê xwe bistînin?”
ROJNEWS/SILÊMANÎ