Ji bo radyoyên Elmanyayê ên Deutschlandfunkê Maja Weiss û Frank Muller gotarek weşandine ku tê de behsa rewşa huner û hunermendan li Tirkiyeya Erdogan dikin.
Ya rastî destpêka gotarê encama wê ye jî: “Îş û karê hunermendên rexnegir û avakerên hunerî li Tirkiyeyê zor û zehmet e. Ya/yê ku li îşê serokdewlet Erdogan nayê, yan ji kar tê avêtin, yan jî êdî piştgiriya wê/wî nayî kirin. Di encamê de sansûr û xwesansûrkirin adetî ne. Axir çi diqewime: Kreatîvên ciwan diçin.”
Gotar weke mekan xwe dispêre Stenbolê û nexasim jî Beyogluyê. Li gorî gotarê piştî ku protestoyên Geziyê hatin tepisandin, pê re hunermend û hunermendî jî li Stenbolê hatiye tepisandin. Galeriyan cihê xwe ji dikanan re hiştiye; gelek bar jî veguherîne qehwexaneyên nargîleyan. Şanogera ku navê Meryem Bayrak li xwe dike û dixwaze anonîm bimîne, dibêje, “Ez li hemû şanoyan geriyam. Vê moralê min gelekî xira kir. Gelekan ji wan neçar bûn ku deriyên xwe bigirin ji ber ku dewletê alîkarî ji ser wan qut kir. Em hemû dizanin ku hikûmeta me bi qedrê huner nizane.”
Weke fuhûşê ye
Lê li gorî nivîskaran ev ne rast e, “hikûmeta Tirk nexasim wan projeyên çand û hunerê destek dide ku li ser serdema Împeretoriya Osmanî ne.”
Axir ji ber ku destekkirina huner li Tirkiyeyê bi temamî di ser saziyên dewletê re dimeşe, encam sansûr û xwesansûrkirin e.
Merve Bayrak e ku temenê wê destpêka 30´î ye, dibêje, “Hin hevalên min di rêzefilmên ehmeqane de dilîzin û pereyekî baş bi dest dixin û wî pereyî lil şanoyê radizînin. Ez biçekî di halê wan digihijim, lê ji bo min ev weke fuhûşê ye. Ez bi xwe, heger wisa ye, tercîh dikim tiştekî bi temamî li derveyî huner bikim.”
Li dijî zextan mirov kreatîftir dibe
Lê herkes ne mîna Merve Bayrak e. Alper Işik ê muzîkjen jî li nêzî wê dimîne. Li mala hevalê xwe Deniz Şahin ji bo muzîkê bikin, tên cem hev. Axir li gorî wî “Ti kesî dev ji kreatîfbûnê berneda. Belkî mirov wisa karibe bibêje: Her ku zêdetir tu zexta hikûmetê hîs dikî, ewqasî zêde tu kreatîf î, lewma ev maneya huner e: Tişta te aciz dike yan jî te mijûl dike, tu îfade dikî û gava ku zext li ser te zêdetir dibe tu hewl didî van hemûyan bi hunerê xwe îfade bikî.”
Şanoyên serbixwe zêde bûn
Tiştên erenî? Li gorî gotarê ew jî hene, weke Şanoya Emek ku li navenda Kadikoyê ye. Pinar Yildirim damezrênera vê şanoyê ye, tevî u ew jî lê mikur tê ku karê şanoyên serbixwe gelekî zehmet bûye jî, li gorî wê hin tiştên erênî jî diqewimin: “Mirov dibêje qey di dema zilma siyasî û krîza aborî xelk wê kêmtir biçe şanoyê. Lê berevajiya vê rast e. Statîstîk vê nîşan didin. Kesên diçin şanoyê zêde dibin. Ev zext doza bêhtir mekanî dike. Heger ev zext zêdetir bibe hingê ew hêza ku dike huner bipişkive jî zêde dibe, kalîte zêde dibe. Belkî di 10 salên li pêşiya me de em van encaman bibînin. Niha li Kadikoyê 62 şano hene, kesî nekarî hizir bike ku wê 62 şano çêbin li vir. Berê xelk diçû şanoyua dewletê, lê niha ji xwe re li alternatîfan digerin, yên arizî û serbixwe.”
Tirkiyeya modern çû…
Di dewamê de gotar îşaret pê dike ku li Tirkiyeyê huner êdî bitenê show e. Bi gotinên mizîkjen Işik tê bibîrxistin ku Tirkiyeyê nexasim jî Kurd, hunerê wan û heta bi zimanê wan jî ji destpêka xwe ve rencandine, tepisandine, niha pirraniya li dijî Tirkiyeya laîk serdest e û li gorî wî ev rewş êdî wê neguhere: “Ew xewna rojekê vegera Tirkiyeya modern wê pêk neyê.”