Nazîra Gewriye: Ev operasyona terorê ye. Tirkiye dîsa ruh bi DAIŞ’ê tîne. Armanc ew e ku ji bo terorîstan herêmeke ewle ava bikin.
Li konferansa Rojava a li Parlamena Ewrûpayê (PE) li dijî dagirkeriya Tirk helwêst hate nîşandan. Di konferansê de hate gotin, Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin. Rojnamevanê Misrî yê beşdarî konferansê bû, Erdogan weke sûcdarê şer bi nav kir û got, divê ew bê mehkemekirin.
Ji Partiya Yekîtiya Sûryanan, Nazîra Gewriye li konferansê axivî û got, ‘’Tirkiye bûye welatekî wiha ku terorîzmê îxrac dike’’. Gewriye got, Tirkiyê her demê xwestiye ku li rêveberiya xweser bixe û got, ‘’Ev proje ji hêla Tirkiyê ve ku xwedî doktrîneke milliyetgir e, mîna gefekê hate dîtin.’’ Gewriye her wiha got, dewleta Tirk dema êrişan tîne ti cihêtiyê naxe navbeyna şervan û sivîlan û li ser dagirkeriya Tirk got, ‘’Ev operasyona terorê ye. Tirkiye dîsa ruh bi DAIŞ’ê tîne. Armanc ew e ku ji bo terorîstan herêmeke ewle ava bikin.’’
Bi fermana dewleta Tirk e
Damezirînerê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê, Ramî Evdil Rehman jî bal bire ser dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Efrînê û got,’’Leşkerên Tirk bi operasyonan hiqûqa navneteweyî binpê kirin’’ û wiha peyivî: ‘’Bi van binpêkirinan ziyan ne ku tenê dane sivîlan û malên wan, her wiha mîrateya wan jî kirine hedef û nasnameya herêmê guherandin.
Ev binpêkirin hemû bi rêveberiya Erdogan û bi fermana wî têne kirin. Bi rengekî cih diguherînin. Armanc guherîna demografiyê ye. Armanc ew e ku Kurdan ji ser xaka wan bikin der û herêm hemû were dagirkirin.”
Ruh bi DAIŞ´ê tînin
Bi berdewamî li konferansê ji Meclîsa Kantona Serêkaniyê lêkolîner Jiyan Huseyîn axivî. Jiyan Huseyîn got, pratîka dewleta Tirk a li Efrînê li deverên din jî dubare dibe, dewleta Tirk terorê dike, li bajarên ku dewleta Tirk dagir kirine sûcên koçberkirinê, talanê, destgîrkirinê, kuştinê têne kirin: ‘’Armanca dagirkeriyê ew e ku dîsa ruh bi DAIŞ’ê bîne.”
Ji Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hayat Naîsse jî li ser dagirkeriya dewleta Tirk got, ‘’Ev gefê li rêveberiya xweser dixwe. Gefê ne tenê li Kurdan, her wiha li hemû gelên Sûriyê dixwe. Dewleta Tirk bi nexweşiya dijminatiya li dijî Kurdan ketiye.
Tinekirina xweseriya Kurdan a li Sûriyê û tinekirina tecrûbeya gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.’’
Sedam Huseyînê nû
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya bal bire ser pergala xwe ya jiyana hevpar û got, “Serfiraziyên li vî warî hemû, navneteweyî ne. Tirkiye du hedefên wê hene. Berê rejîmeke Îslamîst a di bin xizmeta Tirkiyeyê de ava bikin û piştre jî hesretên demokratîk ên Kurdan hemûyan tine bikin. Di destê me de lîste heye ku Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ û El Nusrayê bi kar anîne. Bi fînansmana Yekîtiya Ewrûpayê Kurd tên qetilkirin. Gelo çima Yekîtiya Ewrûpayê piştgiriyê dide welatekî ku projeyên qirker dimeşîne. Erdogan bûye Saddam Huseyînekî nû. Çawa ku sûcdarên Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine darizandin, divê Erdogan jî were darizandin.”
Xeyala împaretoriya Tirkan
Rojnamevanê Misrî Nashet Elheedy jî bal bire ser karakterê împeryal ê dewleta Tirk û got, ev împeryaliya Tirk bi xwînê û qirkirinê ye û qirkirina Ermenan bi bîr xist. Elheedy got, ‘’Erdogan li dijî berjewendiya Kurdan û Ereban, dixwaze împaretoriya nû ya Tirk, împaratoriya Osmanî ava bike’’.
Nashet Elheedy herî dawî got,’’Li Parlamentoya Ewropayê bi dengekî xurt divê em bibêjin; kî wê dawî li van binpêkirinan bîne? Erdogan sûcdarê şer e, û divê wiha bê darizandin. Ji destê wî xwîn diherike’’.
Berpirsê serwîsa Erebî yê Ahval Newsê Hassan Îbrahîm ji bo Erdogan got, “Erdogan Hîtlerê roja me ye. Erdogan Kurdan û Ereban tehdît dike. Divê Yekîtiya Ewropayê helwêsteke xurt nîşan bide.”
BRUKSEL