Çeteyê DAIŞ'ê Savaş Yildiz ê li Edene û Mersînê bombe avêt avahiyên HDP'ê û niha di destê YPG'ê de girtî ye, li ser têkiliyên DAIŞ-AKP'ê, tora têkiliyan a li Dîlok, Hatay û Anatoliya Navîn agahiyên nû dan.

Êrîşkar û çeteyê DAIŞ´ê Savaş Yildiz, ku di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî de ji aliyê YPG'ê ve hat girtin, di mikurhatinên xwe yên beriya niha de li ser têkiliyên AKP, Erdogan û Tirkiye-DAIŞ'ê de hin agahî dabûn. Tevî vê yekê, têkiliyên DAIŞ-MÎT'ê jî radixistibûn pêş çavan. Li Tirkiyeyê, li hemberî kesên bi van mikurhatinan deşîfre bûn, piştre operasyon hat destpêkirin. Ev yek dihat wateya tesfiyekirina yên deşîfre bûyî û bicihkirina endamên nû li şûna wan.

Savaş Yildiz derbarê girîngiya Dîlokê ji bo DAIŞ'ê de, yekîneyeke taybet a li nava DAIŞ'ê ya bi tenê ji bo Tirkiyeyê dixebite, rêyên ew bi kar tînin, girîngiya Haci Bayûncûk ê weke Ebû Hanzala tê naskirin ji ANF’ê re vegot.

 

Teslîmî YPG'ê bû

Savaş Yildiz di êrîşa li Girê Spî de cih girt. Di encama teqîna mayînekê de di binê avahiyeke hilweşiyayî de ma. Çar rojan di binê xirbê avahiyê de ma. Ji ber ku rêyek rizgariyê nedît, teslîmî hêzên YPG'ê bû.

Da zanîn ku ji bo ew êrîşî Girê Spî bikin, plan tatibû çêkirin û got: “Di nava DAIŞ’ê de kesên ku ji Tirkiye, Ewropa, Kafkasan, Asya Navîn tên re dibêjin ‘Mûhacîrîn’. Dema me êrîşî Girê Spî kirin, 1000 heta 4000 Mûhacîr hatibûn Tirkiyeyê wê derbasî Girê Spî bibana û menê Girê Spî bi dest bixista. Emîrekî me yê bi navê Mûhammed Şamî ev agahî da me. Ev kes bi qasî 40-45 salî ye. Yê li ser Ebû Mûhammed Şamî jî kesekî bi navê Halît Tacîk e.”


‘Koma me bi tenê têkildarî Tirkiyeyê dixebitî’

Savaş Yildiz ragihand ku wî di nava DAIŞ'ê de di nava koma ku weke yekîneya ewlekarî û taybet tê zanîn de cîh digirt û weha pêde çû: “Ez bi rêya xoceyê şerîatê yê bi navê Abdul Mûhîn ê ji koma Dîlokê, ketim nava vê komê. Abdul Mûhîn dostê malbata me bû. Tenê kesên ku bi wan bawer bû, di nava vê komê de cîh digirtin. 

Koma me bi tenê têkildarî Tirkiyeyê dixebitî. Dema karek têkildarî Tirkiyeyê hebûya, me dikir. Birin û anîna şervanên nû karê me bû. Ji bo çûn û hatina Tirkiyeyê bi tenê ez hatim wezîfedarkirin. Li Dîlokê çend kesên min ew nas dikirin hebûn, lê min bi tenê navê wan ê kod dizanîbû. 2 caran ez çûm Tirkiyeyê. Ev çûyîna min ji bo wezîfeyê bû.”


Ji bo kuştina Mîdûrê Bendava Karkamişê ez çûm

Yilmaz diyar kir ku cara ewilî çûyina wî ya Tirkiyeyê ji bo kuştina Midûrê Bendava Karkamişê bû û got, “Emîrê me Ebû Mûshab got, 'Avê li ser me dibire. Milet bê av dimîne. Me berê gef lê xwarin, got, wê veke lê venekir. Lewma em wî ceza dikin.' Ev yek di heman demê de dibû hinceta kuştina wî. Emîrê me dema ez wezîfedar kirim got, 'Tu tenê adresa wî bibîne, em ê ya mayî bikin. Piştî çend rojan ez çûm wî zilamî bikujim. Min li derî xist, li şûna wî jineke sergirtî derî vekir. Min li zilam pirsî, ji min re got, ne li malê ye. Ji ber ku ew ne li malê bû, bêyî wî bikujim vegeriyam.”


Planên êrîşa li hemberî HDP’ê

Savaş Yildiz anî ziman ku dema ew cara duyemîn dema derbasî Tirkiyê bû, wezîfeya teqandina avahiyên HDP'ê yên Mersîn û Edeneyê hat dayîn û got: “Ji bo wezîfeyê çûm Edeneyê, li ser rêya bendavê ya li taxa xwendekaran, min malek ji bo şexsekî girt. Ji bo vê malê, min 1.5 mîlyar pere dan, tevî pereyê komîsyonê yê mehekê. Efe perwerdeya teqemeniyê li Dîlokê dabû min. Ji ber ku ji bo vê wezîfeyê em bi hev re çûbûn Dîlokê. Dûre me her du avahî bombe kirin.”


‘DAIŞ li hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê heye’

Savaş Yildiz diyar kir ku rêxistinbûyîna DAIŞ'ê li Stenbol, Konya, Enqere û hemû bajarên Kurdan heye û weha peyivî: “Lê belê, ji bo sînor bi xurtî were bikaranîn Dîlok weke navend hatiye hilbijartin. Mesela li Rihayê Kurd û alîgirên PKK'ê gelekî zêde ne, lewma ev der nikare bibe navendek. Ji Tirkiyeyê Mûhacîrîn tên. Ji her devera cîhanê tên. Wekî din ji nava Tirkiyeyê bi xwe şervan tên. Ev, heta derbas bibin wextekî li Dîlokê dimînin.”

Yildiz got, nepekan e ku polîs û hêzên ewlekariyê DAIŞ’ê nebînin û weha dewam kir: "Li Dîlokê me yekser xwe digihand DAIŞ'ê. Yanî ev der cihê me bû. Rêyên me hemû jî li derdora Dîlok û Kîlîsê bûn. Yek ji van jî aliyê Raî bû. Yanî ji aliyê Raî, Çobanbeyê em derbas dibûn. Wekî din me aliyê Elbeylî bi kar dianî. Yek ji cihên me herî zêde bi kar danîn jî Karkamiş bû. Yanî aliyê Cerablûsê. Ev rê ji bo me timî vekirî bûn.”


Dîlgirtî bû lê weke kiryarê êrişê hat nîşandan

Li ser êrişa xwekuj a li Taksîma Stenbolê, rayedarên dewleta Tirk navê Savaş Yildiz dabû weke kiryar; li ser mijarê Yildiz dibêje, "Dema li Taksîmê bombeya zindî teqiya, ez dîlgirtî bûm. Navê min dan. Hevalên li Kobanê wê çaxê hiştin malbata xwe bibînim. Ji sedî sed agahî çûye ber destê MÎT'ê ku dîl hatime girtin. Sê rojan piştî axaftina bi malbatê re, nûçe hatin weşandin û hat gotin ku ew bombeyê zindî ez im."


Sedema desteka Tirkiyeyê

Savaş Yildiz ji bo sedema desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ´ê dibêje, "Ji ber ku DAIŞ gef e wê li dijî Kurdan bi kar tîne, Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Mînak; dema Mûsil hat bidestxistin li Konsolosxaneya Tirk bi qasî 50 kesî dîl hatin girtin. Ji ber ku ev esîr di destê yên me de bûn, hemû rê li me vekirin. Bi her awayî em bi hêsanî tevgeriyan. Ew esîr bi sed hevalên me yên li Tirkiyeyê girtî pev hatin guhertin.

Dewleta Tirk û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ji ber ku em li dijî Kurdan in, destekê didin me. Eger em li hemberî Kurdan şer nekin, rojekê jî destekê nadin me."


SEYÎT EVRAN/ANF