“Dewleta Tirk bi zanebûn dexl û danê Kurdistanê dişewitîne. Li Efrînê darên zeytunê, li herêma Firat, Cizîrê û Şengalê jî ceh û genimê şêniyan dişewitîne. Ji ber şewatê heta niha zirareke mezin çêbûye.”
HENAN MIHEMED / ANHA/HELEB
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê darên zeytunê, li herêma Firatê û Cizîrê jî ceh û genime şêniyan dişewitîne. Li 7 gundên rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên genim, ceh û daran ket.
Şewata li gundên Qiebe Cox, Eyn Bet, Bostêb, Cîşan, Holaqî, Cilik û Qeremoqê derket zeviyeke çandiniyê dirêjahiya 7 kîlomîtreyan û berfirehiya yek kîlomîteriyê kir xwelî. Leşkerên artêşa Tirk nahêlin xelk agir vemrînin. Artêşa Tirk a dagirker li gundê Selîm ê rojavayê bajêr ê nêzî sînor gule berdan şêniyên hewl didan agir vemirînin.
Li Şengalê agir bi zeviyan ket
Doh li çiyayê Kolik û gundê Barê yê Şengalê şewat derket. Ji bo vemirandina agir Şaredariya gel a Xanesorê li gel şervanên YBŞ yên li heremê ketin nava hewildanan. Lê ji ber agir bi çiya ketiye heya niha jî agir nehatiye kontrolkirin.
Em gav paş de navêjin
Welatiya bi navê Cîhan Şêxo nerazîbûn nîşanî kiryarên dewleta Tirk da û got: “Dagirker, ne tenê herêm dagir kirin, niha jî herêmên din ên Bakurê Sûriyê dişewitînin. Dagirkeriya Tirk bi rêya van kiriyarên xwe hewl dide îradeya gelên herêmê bişkîne. Lê ew nizan e ku em gelekî berxwedêr in. Weke çawa me li Şêxmeqsûd di nav dorpêçê de li ber xwe da, em gavekê ji daxwazên xwe paş de navêjin heta ku xakên me rizgar bibin.”
Li dijî Erdogan rabin serîhildanê
Ciwanê bi navê Ehmed Hisên jî got: “Tişta ku dewleta Tirk niha li Efrînê dike, kuştin, talan û diziye. Heta xwaza û berhemên çandiniyê jê nefilitîn, her tişt li pêşiya çavê cîhanê rû dide. Armanca dagirkeriya Tirk têkbirina nasnameya Kurd e û vejandina desthilatdariya Osmaniyan e. Lazime gelên herêmê li dijî kiryarên Erdogan rabin serhildanê.
Erdogan her tişt şewitand
Welatiyê bi navê Hisên Ibrahîm jî got:”Çeteyên dewleta Tirk xêra herêmê û keda şêniyan dixwin. Ji ber barîna baranê ya vê salê gel pê kêfxweş bû, lê agirê Erdogan her tişt şewitand û cîhan bêdeng e.”
Şewitandina simbilên genim sûc e
Şêx Ismayîl Qemko jî dibêje: Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryarên xwe hewl dide biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibe. Tu têkiliya Erdogan bi îslamê tine ye, şewitandina simbilên genim yek ji sûcê mezin e ku ti dîn wê qebûl nake.”