Piştî kuştina serekçete Bexdadî rewşa serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bêhtir xira bû û di civîna doh a partiya xwe de ne li ser hişê xwe peyivî û çi hat devê wî got.

Erdogan di axaftina xwe de îddîa kir ku ew di nava herba îstîqlalê de ne, û ber bi ser ketine ve diçin.

Erdogan hem gef li her kesî xwar, hem jî hêkên hesinî kir. Di vê çarçoveyê de lê çû û got, “Kî dibêje ekonomî xira bûye, nizanim hilweşandine, em li ser piyan in.”

Çend ji hêkên hesinî yên Erdogan û gefxwarinên wî:

Divê Kobanî di kontrola me de be. Em ê wê radestî xwediyên wê yê rastî bikin.

Em ê înê bi Rûsan re heft kilometir berfireh dest bi dewriyan bikin. Pêşnûmebiryara qaşo qirkirina Ermeniyan a li Emerîkayê ti qîmeta xwe nîne. Ew ji xwe re li defê didin û ew ji xwe re dilîzin.

 

 ENQERE