SELMA AKKAYA / PARÎS

Piştî civîna navbera Parîs û Enqerê, xeteriyên li ser Kurdan zêde bûn. Dewleta Tirk Hevserokê CDK-Fransa yê berê Wedat Bîngol xistibû lista zer. Fransa li ser daxwaza Dewleta Tirk dest danî ser mal û milkê Wedat Bîngol. Balkêşe ev biryar pîştî hevdîtina Jean-Yves le Drîan a 13’ê Hezîranê ya li Enqerê li gel hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çawîşgolû şûnde hat girtin.

Wedat Bîngol nerazîbûn nîşanî biryarê da û got;” Bi hevkariya Dewleta Fransa û Tirkiyê sala 2013´an li navenda Parîsê 3 jinên şoreşger bi hovane hatin qetilkirin. Parastin û ewlekariya mirovan tine. Li şûna hesab bide li ser Kurdan bi dewleta Tirk re dikeve nava bazarên qirêj û biryareke sosret dide. Ev biryar hêz û cesaretê dide MÎT´ê û kujeran.”

Hêz dan MÎT´ê

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) jî der barê mijarê de daxuyanizek da. CDK-F’ê diyar kir ku, piştî hevdîtina Jean-Yves le Drîan a li gel  Mevlut Çawîşgolû û şûnde, dîsa Kurd bûne hedef.

Konseya Kurd got:“Parîsê carekî din li gel Enqerê li ser aktivîstên Kurd ên koçber ên li Fransayê peymanên mezin îmzekirine. 2 rêveberên me di çarçoveya ‘Têkoşîna li dijî fînansekirina terorîzmê de’ kirine hedef û ev ne ji rêzê ye. Hevserokên CDK-F û berdevkên me salek zêdetire ji aliyê MÎT’ê ve bi kuştinê tên gefkirin. Ji bo girtina hevserokan 1,5 milyon lîre pereyê Tirkiye ji bo wan hatiye destnîşankirin.

CDK-F ragihand ku ti fêdeya vê siyasetê ji bo Fransayê nîne, bang li hikûmetê kir ku dawî li polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan û dîsa tedbîrên li ser endamên wan bînin.