Di dawiya sala borî de û destpêka vê salê de gelek bûyerên girîng li Sûriyê çêbûn. Ji aliyekî ve Trump vekişandina hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyê ragihand. Wê jî rê ji Tirkiyê re vekir da ku bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Ji aliyekî din ve Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Idlibê li hember hev sekinîn.

Girêdayî mijarê lêkolînerê American Project Institute for Public Policy Research (AEI) û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin girêdayî stratejiya Amerîka di Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî:

“Trump dixwaze Emerîka ji Sûrî derkeve. Lê gelek kesên amerîkî yên xwedî biyar di nav de mezintirîn şêwirmendên wî dikevin ferqa girîngiya stratejîk a mayîna li herêmê.

Kesên siyaseta Amerîkayê birêve dibin ji mayîna li Sûriyê dixwazin rê li pêşiya Îranê bigirin da ku ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve belav nebe.

Siyaseta derve û istixbaratê hemû dizani

Ji bilî Trump û nûner James Jeffrey, pisporên siyaseta derve û istixbaratê hemû dizanin ku Tirkiye desteka DAIŞ`ê dike û Tirkiye girîngî nade têkoşîna li dijî rêxistina El-Qaîdeyê. Piştî hevdîtina bi rêya telefonê di navbera Erdogan û Trump de û vekişîna ji nişkan ve ya hêzên Amerîkayê, generalê teqawid Jack Kane Trump îqna kir ku zeviyên petrol yên Sûriyê biparêze da ku vekişîna ji Sûriyê rawestîne. Ev sedemek bêhiş e. Bi taybet dema em li tevahiya sedemên stratejîk û exlaqî yên mayîna DYA`yê li Sûriyê binêrin. Lê ew hincetek tekane bû da ku Trump îqna bibe ku li Sûriyê bimîne.

Rûsyayê xiyanet li Tirkiyê kir. Her tim Erdogan xwe di heman radeya Putin de didît. Lê Putin vê carê Erdogan wek  xizmetkarekî zelîl dît. Putin, Erdogan neçar kir ku biçe Moskovayê. Rêbaza ku hişt Erdogan li derveyî hola civînê li bendê bimîne, bikar anî. Erdogan destvala ji Moskovayê vegeriya. Ew tiştek gelek şerm e.

Di rastiyê de Rûsya û rejîma Sûriyê di hundirê Sûriyê de bûn hêzek sereke. Tirkiye dikare li axa Sûriyê tenê bi erêkirina Putin kar bike.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN