Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif, di merasima cenazeyên endamên QSD’ê ya li Qamişlo de xîtabî hezaran kir û got: “Em bang li Rejîma Sûriye dikin ku were em bi hev re Destûra Demokratîk a mafên gelên Sûrî hemûyan misoger dike û diparêze amade bikin. Çawa ku Sedam û Bagdadî têk çûn, Erdogan jî wê têk biçe.
Dewleta Tirk dixwaze gelan hemûyan bi komkujiyan qir bike. Em vê yekê qebûl nakin. 5 milyon li derveyî destûra sûrî hiştin. Li derveyî paşeroja Sûri hiştin. Yên ku heta niha yekîtiya axa Sûriye parast YPG, YPJ û QSD bûn. Yên bûn sedema parçebûna Sûriye DAIŞ û çeteyên wê ne. Şehîden me dibêjin Na ji bo dagirkerî û zilmê. Em vê yekê tu carî qebûl nakin.”
Em înkarê qebûl nakin
12 hezar şehîd ji bo em bi rûmet li ser vê axê bijîn xwîn rijandine. Ne ji bo em bi erzanî bi rejîma Sûriyê re li hev bikin. Dema mafê me û heqê me hat mîsogerkirin wê demê çareseriyê dibe. QSD´ê yekîtiya Sûriye parast. Rêveberiya Xweser vîna me parast. Divê van saziyên me qebûl bikin. Divê ev sazî û rêxistinên me bi mîsogerî bên qebûlkirin û parastin. Divê her kes zanibe em bê rûmetiyê qebûl nakin. Ger ku me bêrûmetî qebûl kiribûya me ew qas şehîd û bedel nedida. Divê nasnameya me ya siyasî, çandî û civakî qebûl bikin. Divê em neyên înkarkirin. Divê em li vî welatî wekî her Sûriyekî xwedî mafê bingehîn bijin.”
Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza Tirkiye ya komkujiyê red bike. Divê bên bi çavên xwe bibînin ku çawa gundên Kurd, êzîdî û gelên din tên talankirin. Mal û milkên wan tên talankirin û wêrankirin. Bila werin bibînin ku çawa ciwan bi fosforan tên şewitandin.”
ANF/QAMIŞLO