Hişyar Ozsoy: “Meseleya Rojava weke meseleyeke man û nemana Komara Tirkiyeyê dibînin. Wan berê jî gotibû, ew ê ‘nehêlin Kurdistaneke duyemîn’ ava bibe. Derdê wan ê esas ev e. Ji ber ku nikare DYE’yê bîne asta ku dixwaze, xwe nêzî Rûsyayê kir û bi vî rengî hewl dide armanca xwe pêk bîne.”

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy bal kişand ser krîza navbera Tirkiye û DYE’yê ya ji ber S-400’î û got, Tirkiyeyê rêgeh û berê xwe guhertiye, ev yek meseleyeke cidî ye.

Hişyar Ozsoy ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya navbera DYE û Rûsyayê de got, “Meseleya F-35 û S-400’î di çarçoveya konsepta şer a Tirkiyeyê de ket rojevê.”

Ozsoy anî ziman ku wergirtina S-400’an ne mekanîzmayeke parastinê ya ji rêzê ye û got, “Tirkiyeyê piştî ku ev yek wergirt, wê bikeve bin sîwana ewlekariyê ya Rûsyayê. Tirkiye di heman demê de welatekî NATO’yê ye. Di pratîkê de rêgeh û berê Tirkiyeyê tê guhertin. Li dijî vê yekê wê pêkanînên DYE’yê hebin. Bêguman Trump hewl dide van pêkanînan hinekî nerm bike, lê belê ji aliyê siyasî ve temenê wî ji salekê hinekî din zêdetir e.”

Naxwazin Tirkiyeyê ji dest bidin

Ozsoy bi bîr xist ku rayedarên Wezareta Parastinê ya DYE’yê gelek caran daye xuyakirin ku wê pêkanîn hebin û got, “Bêguman naverok û şêweyê pêkanînan tên nîqaşkirin. Di dawiya dawî de naxwazin ku Tirkiyeyê bi temamî bînin dijî xwe û naxwazin bi temamî wê ji dest bidin. Di navbera DYE û Îranê de alozî heye. Pêwîstiya wan hîna jî bi Tirkiyeyê heye ku welatekî NATO’yê ye. Lê belê ev nayê wê maneyê ku wê mueyîdeyan li serê nesepînin.”

Tirkiye li keysa êrişê digere

Ozsoy di vê çarçoveyê de bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Tirkiyeyê hejmareke zêde çek û leşkerên xwe li ser sînor kom kiriye. QSD jî li dijî êrişeke muhtemel hewl dide bikeve çeperan. Tirkiye heger firsendê bibîne wê êrişî wê deverê bike. Di mijara S-400’î de rewşeke wiha jî heye. Tirkiyeyê tevî gef û zextên xwe jî nekarî DYE’yê di mijara Sûriyeyê de bikişîne wê devera ku ew dixwaze. Lê belê bi Sûriyeyê re li hev kir û Efrîn dagir kir. Dibe ku bi rengekî eşkere bi Esed re hevdîtinê pêk bîne û li dijî Kurdan zemînekî tifaqê ava bike. Meseleya Rojava ji rêzê nabînin, weke meseleyeke man û nemana Komara Tirkiyeyê dibînin. Wan berê jî gotibû, ew ê ‘nehêlin Kurdistaneke duyemîn’ ava bibe. Derdê wan ê esas ev e. Ji ber ku nikare DYE’yê bîne asta ku dixwaze, xwe nêzî Rûsyayê kir û bi vî rengî hewl dide armanca xwe pêk bîne. Lê belê ji bo rojhilatê Firatê ne tenê Rûsya divê DYE’yê jî qanih bike. Jixwe, Rûsyayê herêmeke ewle ya ji 30 kîlometreyî pejirandiye. Ev yek li rojhilatê Firatê jî pêk were wê dengê xwe neke. DYE jî dixwaze Kurdan û Tirkan di nava hevsengiyekê de bihêle. Hewl dide fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê kêm bike.”

Statuya Kurdan kula dewleta Tirk e

Ozsoy bal kişand ser êrişa provokatîf a avêtina roketê ber bi Serêkaniyê ve û got, “Ew jixwe bûyereke provokatîf e. Bi qasî ku min di çapemeniyê de şopand QSD’ê ew şexs zevt kiriye. Tiştên bi vî rengî ji komên ser bi MÎT’ê tên. Em dizanin ku demekê axaftina Hakan Fîdan di çapemeniyê de hatibû weşandin. Gotibû, ‘Em ê sê çar roketan ji aliyê din biavêjin’. Pirsgirêka wan ew e ku statuyeke Kurdan a xweser ava nebe.”

RONÎ ARAM / ANF / ENQERE