Resam Ali Zulfikar bi navê “Made in Turkey” portreyekî Erdogan çêkir û bi vî portreyî beşdarî pêşangeheke têkel a li bajarê Elmanyayê Linz am Rheinê bû. Lê weke ku ti karê konsolosê Tirk nebe, zext li çaredariya bajêr kir ji bo ku pêşangehê sansûr bike û vî resmê hanê jê derêxe. Hem resam Ali Zuêfikar û hem jî xelkê nerazîbûn nîşan da û di dawiyê de karî şaredariyê ji hewldana wê ya sansûrê vegerîne. Hunermend Ali Zilfikar jî ji bo helwêsta xwe û encama wê ya serketî dibêje, “Ji şaşiyê vegeriyan, min nehişt ku hikûmeta Erdogan bigihîje vê mirada xwe.”
Li Galeriya Bajêr a Linz an Rheinê pêşangeh çêdibe û organîzator jî Kunstverein KLIO/Komeleya Huner KLIO ye. Konsolosa Tirkiyeyê li bajarê Mainzê Sibel Muderisoglu, hewl da ku resma Ali Zulfikar bide sansûrkirin. Beriya vekirina pêşangehê ku 4´ê Mijdarê bû, Kunstverein KLIO ji Ali Zulfikar re nameyek şand û da zanîn ku şaredarê bajarê Linzê Dr. Hans Georg Faust resma wî sansûr kiriye. Sedem jî ew e ku şaredar ditirse ku ewlekarî ne misoger be û dozên muhtemel karibin lê bên vekirin.
Huner nabe bê qedexekirin
Ali Zulfikar li ser vê yekê diçe û bi şaredar Faust re rûdine û jê re dibêje, “Min heqaret li kesî nekiriye, bi hunerê xwe û bi perspektîfa xwe bûyerên li Tirkiyeyê min hewl daye xêz bikim. Huner nabe ku bê qedexekirin.”
Hunermend Ali Zulfikar ji bo ku balê bikişîne ser sansûrê jî, li vekirina pêşangehê, berhema xwe berlidîwar kir û li binê jî nivîsî “Zensiert von der Stadt Linz! angst vor Erdoğan- Bajarê Linzê sansûr kir! tirsa ji Erdogan”.
Ev çalakiya di pêşangehê de bû sedem ku gelek nerazîbûn li dijî şaredarê Linzê derkevin pêş. Mêvanên li vekirina pêşangehê, nerazîbûna xwe îfade kir û bi organîzatoran wêne careke din ber li xelkê dan qulibandin.
Axir şaredar Dr. Hans Georg Faust telefonî resam Ali Zulfikar kir û jê xwest ku li vê şaşiya wî negire û bi heman rengî daxuyaniyek da çapemeniyê. Ali Zulfikar dibêje, “Di pêşangehê de min bi bîra wî xist ku karê wî ne sansûr e, lê parastina azadiyên sereke, ya îfadekirina fikrê û çêkirina huner e. Di dawiyê de ji şaşiya xwe vegeriya. Ango gaveke ji bo şikandina hewas û wêrekiya hunermendan bi xwe şikest. Û min nehişt hikûmeta Erdogan bigihîje vê mirada xwe.”
Komara Mûzan a Erdo
Pêşangeha li Linz am Rheinê wê heta 18´ê Mijdarê vekirî be. Resma Ali Zuêfikar bi xwe bi berê 2 metroyan û dirêjahiya 140 santîman e. Bi qelema reş û teknîkên cihê yên boyaxkirinê pê daketiye. Erdogan di portreyê de pirtûkeke pîroz di nava destên xwe yên xwînî de digire. Di berçavkên reş ên Erdogan de jî mirov dikare zarokên mexdûrê şer û hevserokê HDP´ê yê berê Selahettin Demirtaşî bibîne. Li keviyeke resmê jî mohreke mezin heye ku li ser dinivîse “Erdo-Bananen Republik/Komara Mûzan a Erdo“.
LINZ