Platforma ‘Erdogan not welcome’ xwe ji çalakiyên protestoyî yên navendî û yên eyaletan amade dike. Platformê banga beşdariya çalakiyên 22´yê Îlonê li her kesî kir. Platformê wê çalakiya navendî ya 28´ê Îlonê li Berlînê jî bi rê ve bibe.

Platforma ‘Erdogan not welcome’ bang kir ku her kes beşdarî meşên 22’yê Îlonê bibe.

Platformê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “dîktator Erdogan ê ku dijminê gelên Kurdistan, Tirkiye û cihanê ye, bi hişmendiya DAIŞ‘ê ye û dijberê demokrasiyê ye, 24’ê Hezîranê di hilbijartinê de vîna gelan bi rengekî ne rewa desteser kiriye û dîktatoriya xwe didomîne.”

 

Pêşwazî nekin, bidin dadgehkirin

Platformê ji bo hevkariya bi rejîma dîktatoriya nû ya dewleta Tirk jî wiha nivîsî: “Welatên Ewrûpayê ji bo peymanên qirêj yên bi TC’ê re, ji bo berjewendiya firotina çekan û aboriyê, nirxên mirovahiyê binpê dikin. Elmanyaya ku bi firotina tank û amûrên şer destekê did şerê qirej, qîma xwe bi vê jî neaniye, 28-29’ê Îlonê Erdoganê dîktator vexwendiye Elmanyayê. Dewleta Elman bi vexwendiya Erdogan ê ku sûcê şer kiriye û dagirker e, nirxên mirovahiyê û wijdanê mirovahiyê binpê kiriye. Lê Elmanya li şûna ku bi merasîma eskerî Erdogan pêşwazî bike, divê bi wê ristê rabe ji bo ku dîktator Erdogan ê ku sûcê şer kiriye, li dadgeha navneteweyî were dadgehkirin, hewl bide.”

Platformê di dawiya daxuyaniyê de got, “Em saziyên Elman, Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi platforama bi dirûşma ‘Erdogan not welcome’ 22’yê Îlonê, em ê li eyaletan dîktator Erdogan ê ku dijminê demokrasiyê ye bi meşan şermezar bikin. Banga me li partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên aştiyê, hemû şoreşger û demokratan  ew e ku 22’yê Îlonê bang li meşên li bajarên li jêrê bibin û li dijî dîktator Erdogan, em bloka demokrasiyê û wekheviyê bi çalakiyên hevpar dengê xwe bilind bikin.’’

 

Herî kêm li 7 navenda çalakî

 

Li gorî daxuyaniyê, şemiyê li van cihên li jêr wê çalakî bên lidarxistin:

 

* Berlîn, li Hermannplatz, saet 17.30´î

* Hamburg, li Merckado-Altona, saet 15.00´an

* Bremen, Haubtbahnhof-Bremen, saet 15.00´an

* Hannover, Opernplatz, saet 14.00´an

* Dusseldorf, Meydana li pêşiya Haupbahnofê, saet 13.00´an

* Essen, Hauptbahnof, saet 16.00´an

* Frankfurt, Hauptbahnof, saet 15.00´an

* Stuttgart, Lautenschlagerstr., saet 15.00´an                          

 

KOLN

 
 

Elmanya dizane dîktator vexwendiye

 

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç bang kir ku her kes beşdarî meşa ‘Tu ne bi xêr hatî’ ya protestokirina serdana Erdogan bibe, û got, ‘’Dîktatorek çawa were pêşwazîkirin, em ê wiha Erdogan pêşwazî bikin’’.

Koç got Erdogan beriya ku bê Elmanyayê, îhaleya rêya hesinî ya li Tirkiyê daye şirketeke Elman bi 25 milyar dolarî û got, ‘’Diyar e ku dîktator Erdogan ji ber sedemên qirêj tê. Wezîrê Karê Derve yê Elman ji ber sedema helwêsta raya giştî û partiyên siyasî daxuyanî da û eşkere got, ‘’Ji bo berjewendiya Elmanyayê heta niha me gelek dîktatorên devbixwîn vexwendin. Erdogan jî yek ji wan e’, Elmanya pirr baş dizane ku dîktatorek vexwendiye’’.

Koç got, 28’ê Îlonê Înê li Berlînê wê meş û mîtîngeke navendî were kirin û wiha peyivî: ‘’Ji bo meşê polîsên Berlînê piştî hevdîtinan destûr dan. Înê saet 16.00’an li Potsdamer Platzê em ê mîtînga pêşî bikin. Piştre em ê ber bi Qesra Serokkomariyê ve bimeşin.’’ Koç got, înê Erdogan û Serokkomarê Elmanya Frank-Walter Steinmeier wê li Qesra Serokkomariyê werin cem hev û saet 18.00’an heta saet 20.00’an wê mîtîngê bikin. Koç bi dewamê de got, divê yekîtiya hêza demokratîk a Elmanyayê, Elmanên şoreşger û demokrat û hemû Kurdistanî divê tevlî mîtîngê bibin û got, ‘’Li gorî agahiyên ku hatin li hemû bajaran otobus hatine girtin. Ne tenê NCKD, saziyên çepgir û sosyalîst ên Elman û Yekîtiya Hêza Şoreşger Demokrat  a Tirkiyeyî jî bi hev re organîzeya vê kirine.”