Di encama teqînekê de 19’ê Tebaxê li bajarê Sêrtê 8 leşkerên Artêşa Tirk hatibûn kuştin. Cenazeyê leşkerê bi navê Recep Beycûr ê ji Erziromê, li taxa Kirimkaya ya navçeya Karaçoban a Erziromê hat veşartin. Malbata esker destûr neda merasîma eskerî û daxwaz kirin ku esker ji gund derkevin. Piştre cenaze li ser milan rakirin û li goristanê veşartin.
Erdogan ev agir berda dilê min
Piştî ku cenaze hat veşartin, bavê esker Selahedîn Beycûr got tekane qatilê kurê wî Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne. Beycûr wiha peyivî: “Erdogan ev agir berda dilê min. Tekane qatîlê kurê min Erdogan û AKP ne. Lê ji qehrê wan ez dibêjim, aştî û biratî. Gerîlayên li çiya dimirin û esker jî zarokên min in. Erdogan di televizyonê de derket û dikeniya. Ma xema wî ye 8 esker dimirin. Hinek rûmeta mirovan divê hebe. Belê te êşa zarokan nedîtiye, ji ber ku te kurê xwe neşandiye eskeriyê; tu bi êşa zarokan nizanî.”
Zarokên xwe neşînin eskeriyê
Dayika esker Xezal Beycûr jî daxwaz kir ku şer bê rawetandin û got: “Êdî bila dayikên din negirîn. Ji bo negirîn, ez ji vir bang li hemû dayikan dikim. Zarokên xwe neşînin eskeriyê. Ji ber ku Erdogan tişta dixwest di hilbijartinê de bidestnexist, yek bi yek zarokên me dimirin.”
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN