“Divê em sibê ji kargeh û dibistanên xwe destûrê werbigirin û tevlî mitînga sibê bibin û bersivê bidin berxwedana li Kurdistanê. Divê em nehêlin Erdogan li Berlînê rehetî bibîne.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinên fermî dê bê Almanyayê û roja çarşemê (îro) wê li paytexta Almanya Berlînê be. Tê payin ku Erdogan bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtinek pêk bîne. Penaberên Tirkiyeyî jî dê di dema hevdîtinê de bi pankartên “Ne şer aşitî, ne zimanek pirzimanî, ne gelek pirgelî, ne olek pirol” Erdogan pêşwazî bikin.
31’ê cotmehê saet di 11.00 de, Erdogan dê were avahiya Serokwezîra Alman Angela Merkelê û li wir hevdîtinek pêre pêk bîne.
Di dema hevdîtinê de, dê cara yekem saziyên weke AABF, YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, DÎDF, ODA, Yekitiya Ciwanên Ereb-Elewiyan, TUDAY û FKE û saziyên din ên penaberan, li Brandenburg Tor (Derî) ê ku ji 300 metre ji avahiya Serokwezaretê dûr e, li hev bicivin û bêjin “Em Erdogan naxwazin” û mitîngek protestoyî li dar bixin. Di mitîngê de dê Hevseroka Keskan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi axaftin bikin.
Înîsiyatîfê bal kişand ser pêla serhildanê ya li Kurdistanê û got; “Divê em sibê ji kargeh û dibistanên xwe destûrê werbigirin û tevlî mitînga sibê bibin û bersivê bidin berxwedana li Kurdistanê. Divê em nehêlin Erdogan li Berlînê rehetî bibîne.”
Înisiyatîfa Gelê Kurd a Berlînê bang li hemû Kurdan kir ku hemû Kurdên li Berlîn û derdora wê dijîn, tevlî mitînga sibê bibin û nehêlin ku keyfa Erdogan li Berlînê xweş bibe.
ANF/ BERLÎN
‘Şerxwazo bicehime!’
Rojnameya rojane ya Alman Junge Welt di hejmara xwe ya dawiyê de ji bo serdana Serokwezîrê Tirk Recep Erdogan manşeta bi Tirkî ya "Savaş kışkırtıcısı defol!" ango “Şerxwazo Bicenime ” bi kar anî. Rojnameyê nivîsand ku penaberên Tirkiyeyî Erdogan li Almanyayê naxwazin û bal kişand ser polîtîkayên şerxwaz ên hukûmeta AKP’ê yê li hemberî Kurdan, kêmar Sûriyeyê.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan sibê dê di serdanên xwe yên li Almanyayê de bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtin pêk bîne. Rojnameya Junge Welt bal kişand ser serdana Erdogan û diyar kir ku dê Erdogan ji Almanyayê ji bo şerê li Sûriyeyê alîkarî bixwaze. Rojnameyê nivîsand ku polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê li Tirkiyeyê dibe sedema nerazîbûnên gel. Bi kurtî nûçe-şîroveya Nick Brauns a di rojnameya Junge Weltê de wiha ye: "Elewî, Kurd, Ermeniyên ku meha adara borî Erdogan li Bochumê protesto kirin, vê carê jî xwe ji mitîngek din a protestokirinê re amade dikin. Penaberên Tirkiyeyê dê rabigihînin ku ew li Almanyayê “Erdoganê têderê şer naxwazin.” Di dema serdanên Erdogan ên li Almanyayê de jî, dê greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin berdewam bike.
Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû dê li gel Wezîrê Derve yê Alman Westerwelle li taxa dîplomasiyê Tiergartenê beşdarî merasima vekirina mezintirîn balyozxaneya cîhanê bibin. Li wir jî dê rastgirên dijberên Îslamê “Pro Almanya” Erdogan protesto bikin."