
Piştî bernameya kanala televizyonê ya fermî ya Elmanyayê ya duyem ZDF´ê di bernameya Frontal 21’ê de behsa têkiliyên çeteyên Osmanen Germania û Erdogan kir, minaqeşeya li ser van çeteyan bihurt qonaxeke din. Li gorî nûçeya kanalê, zilamekî Erdogan gelak caran pere dane van çeteyan û wan jî sîleh bi wan kirîne.
Ev zilamê Erdogan jî li gorî nûçeyê parlamenterek e ku têkiliyên wî bi Erdogan re “gelekî baş in”.
Li wan hatiye hisandin
Hem bernameya “Frontal 21” û hem jî rojnameya “Stuttgarter Nachrichten” nûçeya xwe disipêrin metnên qeydiya hisandina adlî ya li mekan û telefonan a meqamên ewlekariya Elman û dibêjin, Parlamenterê AKP´ê Metin Kulunk gelek caran pere dane serçeteyên Osmanen Germania. Li gorî meqamên lêpirsînê bi rê ve dibin bi van pereyan di nava gelek tiştan de sîleh jî kirrîne. Kesê agahiyan dide jî, Burkhard Freier e ku birêveberê îstîxbarata eyaleta NRW´yê ye.
Di heman nûçeyan de behsa rola Kulunk tê kirin di organîzekirina xwepêşandanên li dijî biryara ku qirrkirina Ermeniyan qebûl dike ya Elmanyayê. Yek ji kesên Kulunk pê re têkilî danî ji kevne serekçeteyên Osmanen Germania, Mehmet Bagci ye. Ew niha ji ber tohmetbariyên din di bin çavan de ye.
Erdogan bi çeteyan re ye
Wezîrê Karê Hundir ê Westfalyaya Bakurê Reinê (NRW) yê ji CDU´yê Herbert Reul, beriya bi du mehan raporek nivîsandibû û tê de îşaret bi têkiliyên di navbera serekçeteyê berê yê Osmanen Germania, nûnerên AKP´ê û şêwirmendên Erdogan dikir.
Li NRW û eyaletên din di nava çend mehên bihurî de polîs gelek operasyon li dijî çeteyên Osmanen Germania meşandin ji ber şûştina pereyên qaçax, sextekariya belgeyan, şantaj û narkotîkê.
Parlamena Elman Tebaxa borî têkiliyên di navbera Bagci û Kulunk de bi herî kêm, yek hevdîtina di navbera herduyan de erê kiribû.
FRANKFUT