
Ji Partiya Çep a Elman Sahra Wagenknecht nerazîbûn nîşanî gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî welatên Ewropayê da û ji Erdogan re got, "Yê ku vê dibêje terorîst e." Serokê Meclîsa Federal a Elman Norbert Lammert di bernameyeke Dîe Lînke de axivî û got Serokkomarê Tirk Erdogan bi referandûmê, "Li dijî destûra xwe di hewldana darbeyê de ye."
Seroka Koma Meclîsê ya Partiya Çep (Dîe Lînke) Sahra Wagenknecht di çalakiyek Meclîsa Federal a Elman de axivî û nerazîbûneke tund nîşanî vê gotina Erdogan da: "Eger bi vî rengî dewam bike, wê ti Ewropayî nikaribe bi dilrehetî derkeve kolanan."
Wagenknecht diyar kir, ev gotinên Erdogan bi rengekî vekirî banga ji bo terorîzmê ye û got, "Yê ku vê dibêje terorîst e. Ne tiştekî din e." Wagenknecht di axaftina xwe de ji bo Erdogan got, "serkêşê terorîstan."
Sahra Wagenknecht her wiha nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Tayyîp Erdogan da ku Elmanyayê û welatên din ên Ewropayê bi Nazîzm û terorîzmê sûcdar dike û destnîşan kir, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dişibe polîtîkayên Elmanya Nazî.
Wagenknecht diyar kir, Erdogan hewl dide li derveyî welat 'hindikahiyan' ava bike û piştre bi rêya van hindikahiyan polîtîkaya xwe ya şîdet, jeopolîtîk û şantajê bimeşîne.
'Merkel şirîkatiyê ji vî sûcî re dike‘
Sahra Wagenknecht Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi tundî rexne kir û anî ziman, tevî van polîtîkayên zext û komkujiyan jî hê destekê dide Erdogan. Wagenknecht bibîr xist ku Merkel herî dawî di meha Sibatê de çû Tirkiyeyê. Sahra Wagenknecht got, "Eger hûn vê bikin, hingî hûn dibin şirîkê vî sûcî."
Lammert: Li pey sîstemeka otorîter e
Serokê Meclîsa Federal a Elman Norbert Lammert di bernameyeke Dîe Lînke de axivî û got Serokkomarê Tirk Erdogan bi referandûmê, "Li dijî destûra xwe di hewldana darbeyê de ye." Lammert diyar kir Erdogan û hikûmeta wî dixwaze ‘pergala qels lê demokratîk’ a Tirkiyê biguherîne û dixwaze vê veguherîne sîstemeke otorîter.
Lammert anî ziman, Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Temûza par bi kar tîne û sîstema siyasî bi rengekî sîstematîk binpê dike û got, "Erdogan bi vî rengî li dijî destûra xwe di nav hewldanê de ye."
Lammert li ser îhtîmala ku referandûm bi ser bikev jî got, "taloke ya wê heye ku hewldana duyem a darbeyê bi ser bikeve."
Lammert li ser biryara hikûmeta Elman a têkildarî sendoqên hilbijartinê jî got, berevajî vê ev ê were wê wateyê ku kozê bidin Erdogan. Norbert Lammert têkildarî gotina Erdogan ku ji bo muzakereyên li gel Yekîtiya Ewropayê wê biçin referandûmê jî got, referandûmeke wiha ne jêneger e.
ANF/BERLÎN