Tecrîda li ser Birêz Ocalan ber bi 500 rojî diçe. Qirkirina siyasî bi dijwarî berdewam dike. Komara Tirkiyê ber bi monarşiyeke veşartî ve diçe.
***
Di demeke ku Rojhilata Navîn, bûye holka lîstika denge û dîplomasiya Ewropa, Komara Tirkiyê dibin pêşengiya Erdogan de ber bi monarşiyeke veşartî ve diçe. Erdoganê ku dixwaze rola Yawuz Selîm bigire ser milên xwe, bi hişmendiya Kanunî Suleyman haraket bike, ketiye nava xewn û xeyalên metirsînî. Her du Siltanên Osmaniyan, pêşî desteka Kurdan girtin pey xwe; piştre desteka yenîçeriyan, piştre desteka burokrasî girtin pey xwe û xeftanê kesk yê Cenabê Mihemmed jî kirin ala xwe.
Erdogan jî, pêşî desteka Emerîka girte pey xwe, piştre qijle safî kirin û hevkariya Cemaeta Gulen û terîqatan pêkanî. Îro zewaca mihrab û kursî pêkhatiye û şerê li dijî gelê Kurd de, di çaçroveya herî bêexlak de dimeşîne. Yawuz Sultan bi hevkariya Kurdan rojhilat û cîhana îslamê safî kir; Kanunî bi hevkariya Kurdan, sedsala bextewar da dest pê kirin.
Erdogan, ji aliyekî ve, bi xewn û xeyalên her du siltanan dijî, ji aliyê din ve dixwaze siltaneta xwe li ser qirkirina gelê Kurd rûnîne.
Erdogan, herçiqasî, qijleyên modern yên yenîçeriyan safî kiribin, bi saya Fetul-minkîr burokrasiya “Bav File” safî kiribe û bi saya dewşîrmeyên weke Abdulkadir Aksu, tarîqatên di rêça Muawiye de safî kiribin jî; mîna Cem Siltan xwe ji “pîyontî”ya dîplomasiya generalên global û desthilatdarên xiristiyan xelas nekiriye. Erdogan, ji aliyekî ve “pîyon”ê dîplomasiya Ewropa ye, ji aliyê din ve, “pîyon”ê burokrasiya “bav file” û dewşirmeyên hundir e.
Erdogan ji aliyekî ve qeseyên burjuwaziya kesk dadigire, ji aliyê din ve holka pîkola vî “çînê bêjî” fereh dike. Bi vê hewldana xwe, armanca Erdogan ew e ku, Komara Tirkiyê bike “hêza monarşîk”. Zadeganên dewşîrme û “bav file”, xeleka polayî li dora Erdogan çêkirine û wî ber bi “bedeneke otorîter” û “seriyekî dîktator” diajon. Ev baskên balkêş; dem behsa “di nava hesabên dengeyên Rojhilata Navîn de, bêyî Tirkiyê tiştek nabe” dikin; Stembol jî kirine bajarê civînên navneteweyî.
Zadegan û hestî kojekî din jî dibêje; Du xisletên taybet yên Erodgan hene, Yek: Hîskirin... Du, degelî yanî cesaret... Keêsn lid ora Hitler û Mussolînî, yan jî keêsn li dora Saddam Husyein jî ev tişt digorin. Kesên li dora Pinoschet, rojnameyên taybet çap dikirin û tenê pesnê wî didan. Erdogan jî niha di rewşeke wiha de ye. Lewma li pey şopa ecdadên xwe yên “bav dewşirme” û “dayik fileh” dibêze.
Erdoganê ku wek “piyon”ê Bush derkete holka siyasetê, îro wek generalekî “seferên xaçparêzî” rol girtiye ser milên xwe. Vê rola xwe ya bextreş, bi “şerê li dijî terorê” vedişêre. Terorîst kî ne Kurd in. Kurdên ku serbend-î siltanetiyê û payeberziya padîşahtiyê dane ecdadên Erdogan in. Lê ew dîroka fermî ku, ji rastiyê hatiye qutkirin û di pizanê Delegûra Asêna de, di îdeolojiya 6 tîr (CHP) û 9 tîrêjên ronahiyê de (MHP) û îro jî di îdeolojiya “yek yekan de” (AKP) hatiye fetisandin, ev rastî winda kiriye. Ev felsefeya radikal, dibin îdeolojiya Erdogan ya “yek yekan” de, xwe di aliyê siyasî û malî de bihêz dike. Ev îdeolojiya Erdogan, mîna salên 1511’an, li herêmê ber bi şerekî Şîî û Sunnî ve dibe.
Vê carê Kurd, di şerê mezhebî de cih nagirin. Ne di aliyê sunnî de, ne di aliyê şîî de. Hêzên Başûrê Kurdistanê, çend kes û partiyên ku tenê navê wan heye li Rojavayê Kurdistanê, gavekê nêzîkî eniya Erdogan ya sunnî bibin jî, gelê her du parçeyan jî, ne alîgirê vê çavkaniya fesadî, gelacî û bekoewanî ye. Kurd êdî qîma xwe bi azadiyek nomînal nayînin. Piştî şerê 30 salî, sîstemeke ku dikaribe peymana Syces-Pîcot -16 Gulan 1916- parçe bike dixwaze.
Cîhana ku ber bi “emperetoriya fuzeyan” ve diçe, Erdogan xaka Kurdistanê derxistiye mazatê. Ev pêvajoya sazkariya kontrola Emerîka, ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo vî çêtir ji zihniyeta “tîr û yek-yekan” nîne. Ev jî zihniyeta Enwer Paşayê Îttîhadî ye. Yanî Erdogan aliyekî xwe Osmanî ye, aliyekî ve jî Îttîhadî ye. Ji xwe zihniyeta Îttîhadiyan jî, “ji nû de Osmantî” ye.
Lê gelê Kurd nema desturê dide vê zihniyeta kujer û di têkoşîn azadiyê de nema tê xapandin. Her çiqasî, di pêvajoya ku felzeke di rojeva Erdogan de ne, beko-ewanên dewşirme derdikevin holka siyasî û dixivin jî, gelê Kurd pêça xwe nadê wan.
Erdogan û car din Erdogan