Derket holê, fermana êrişa hewayî ya li Roboskî ya 28´ê Kanûna 2011´an ku 34 gundiyan lê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê berê Necdet Ozel ve hatiye dayîn. Roja ku biryar hat dayîn, civîna MGK’ê dihat lidarxistin. Tê gotin, Ozel berî biryara bomberdûmanê bide bi Erdogan jî şêwiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, agahî û belgeyên hiqûqî yên têkildarî komkujiya Roboskî berpirsyaran bi rengekî zelal eşkere dikin. Lê belê tevî vê yekê jî dosya hat girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hinceteke piçûk a usûlê dosya red kir. Bi vî awayî hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî hatin girtin.


Generalan bi rê ve bir

Li gorî belgeyên li dosya lêpirsîna Roboskî, tevî ku efseran hişyar kiriye û gotiye ‘ev qaçaxçî ne’ jî, bi vî rengî biryara bomberdûmanê hat dayîn: Seroke Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya demê Orgeneral Yaşar Guler, çû Navenda Şopandina Dîmenan û li dîmenan temaşe kir. Tûggeneral Kûgû ji Guler re xebatên dawî yên li herêmê nirxandin, agahî da ku daxwaza topbarana li derveyî sînor hatiye qebûlkirin. Serheng Serdar Eren ê di bin fermana Serokatiya Îstîxbarata Fermandariya Giştî de ye, Midûrê Şaxê Nirxandin û Analîza Hedefê Serheng Zorlû Topaloglû, Tûggeneral Alî Riza Kûgû, Tumgeneral Sati Bahadir Kose û Orgeneral Yaşar Guler li ser rê û rêbazên operasyonekê, hevdîtin kirin.


Ji generalan Kose hat girtin

Di vê civîna li jor behsa wê kirî de biryara “Bêyî zerarê bibîne, ji bo bêbandorkirina PKK’yiyan tevgera hewayî bê lidarxistin” hat dayîn. Guler ji bo vê biryarê pêşkêş bike çû meqama Serokê 2. ê Fermandariya Giştî Hûlûsî Akar. Akar ji bo êrişa hewayî erê bike, bi rêya telefonê xwe gihand Serokê Fermandariya Giştî Ozel ku ji ber civîna MGK’ê ne li biryargehê bû. 

Orgeneral Ozel di vê axaftina bi rêya telefonê de xwest, agahî ji ofîsa wî ya xebatê re bê şandin. Ozel ev nexşe lêkolîn kir û operasyona hewayî erê kir. Piştre saet di 21:39’an de êrişa destpêkê ya hewayî li hemberî koma li ser sînor hat kirin. Bomberdûmanê heta saet 22:24’an dewam kir. Di encama vê êrişa hewayî de 34 gundiyên ji Roboskî hatin qetilkirin. Li gorî texmînan Ozel di dema civîna MGK´ê de bi serokwezîrê hingê R. Tayyip Erdogan re jî şêwiriye.


Erdogan Ozel pîroz kiribû

Hema piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Erdogan, xwedî li komkujiyê derketibû û di civîna destpêkê ya koma xwe de gotibû, “Tevî medyayê jî, ez Serokê me yê Fermandariya Giştî pîroz dikim.” Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Beşîr Atalay ê çû Roboskî gotibû, “Eger 35 kes ne li wir bûna, wê nemiribûna.” Bi vî rengî ew jî xwedî li komkujiyê derketibû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN