Restorasyon, hem dewletê dikuje, hem desthilatdaran.
Restorasyon, şiringeya gotinê ye û li bedena civakê dikevê.
Dema ku organîzasyona siyasî ji destê desthilatdaran dest bi şemitandinê dike,  karûxebatên transformasyonê dest pê dike.
Gotinên serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan yên derbarê qirkirina Ermeniyan de, transformasyon e. Her gotin, her hevok, her îşareta taybet di çarçoveyeke "elastîkî" de hatibû amade kirin. Mesajek balkêş û sosret bû.
Hem guhertin têde hebû, hen xirrandin û razandin; hem "dîq-kirina rastiyê" hebû, hem henekpêkirin;  hem guhertin têde hebû, hem naqarata îdeolojiya fermî.  Di encamê de peyameke teknîkî bû, ne dîrok hebû, ne zanist!...
Erdogan di arefeya nîqaş û hilbijartinên serokkomartiyê de, mesajek ji diaspora Ermeniyan re şand.  Di heman demê de mesaj ji bo Emerîka, ji bo yekîtiya Ewrop, ji bo Kurdan  jî bû.
Ya rastî: Ev restorasyona li dijî Kurdan e. Herî hindik stratejisyenên Erdogan wisa difikirin. Tê zanîn, stratejisyenên ant-î Kurd û li dora Erdogan kom bûne, teva bûne profesor.  
Peyama Erdogan, bi 9 zimanan hate belav kirin.
Dema peyama tejî entrîqa, hinekî efsûnî, di ekranên televizyonan de  dihate xwendin, Erdogan bi rojnamevanan re yarî dikirin. Digot: "Çep û rastê me diyar nabe, her dem em dikarin "fetlekê" bidin xwe."  Ev qedîm siyaseta Tirkan e. Geh li nal didin, geh li bizmar. Erdogan jî, di vê hîlebazî û lewlebaziyê de hostenecarê herî mezin yê dîroka Tirkan e. Efsûnbaziya wî, di mijara dizî, talan û şelandina rûşwetê de xuya kir; Yê diz ew û wezîrê wî bûn; lê, bi wê lewlebazî û efsûnbaziya têr teşqele, bû dohnê zeytê û bi ser avê ket. Bi vî rengî dubendî kire nava CHPê jî, kursiyê Fetullah Gulen jî hejand.
Herçiqasî, peyama Erdogan, dubare kirina qedîm gotinên "werin em qirkirina Ermeniyan hewaleyî dîrokzanan bikin", bû jî,  wê deng vedê. Pirranî li Ewropa!.. Şaristaniya burjuwazî, kefzêya li ber tava heyvê ye, di çirsîne, lê rê nîþan nade.  Di peyama Erdogan de jî kefzê hebû. Tenê  gotinên "serxweþî, sebir û ji qurbanan re  rehmet"  hebûn. Gotinên din teva dubare bûn û ji gotinên Prof. Ozcan Yenîçerî ne cûda bûn.
Erdogan biqasî Mihaîl Gorbaçov, bi cesarêt nabe.
Mihail Gorbaçov li Rusya,  Luî XVI. Li Fransa, bi degelî gav avêtin û  restorasyon pêk anîn. Yekî sîstema kevin li Fransa kuşt, yê din li Rusya sîstema nû  kuşt.  Îro dibêjin; Gorbaçov, ji bo ku cihê lingê xwe saxlem bike, restorasyon pêk anî. Ji bilî wê ti hesabê wî nebû. Sîstema nû di gora dîrokê de veşart. Lê ew jî winda bû. Ne ins maye, ne cins e!...
Erdogan bi armanca restorasyona civakê û siyasî, serî li vê riyê dide. Lê ne ji bo pêkanîne, ji bo xapandinê, ji bo mijulkirinê, ji bo Şemitandinê.   
Di bingeha Komara Tirkiyê de, hiyerarşiyeke disîplîne hebû. Vê hiyerarşiyê 5 komar derxistibin holê, dîse jî  disiplîne winda nekir. (Artêþ komarek bû, burokrasî yek, parlamento yek, partî yek, dadgerî komarek bû.)
Îro, tenê dewleta Erdogan maye. Li holê jî, tenê disîplîna hiyerarþiya Erdogan maye.
Li Tirkiyê qolincên siyasetê her ku diçin dijwar dibin. Siyaseta qereqolan, dîwarên şermê, têlên dirrihî û hevkariya bi PDKê û kolana xendekan jî, nikare qolincên siyasî bidê rawestandin.  Qolincên siyasî divê tiştekî bide.  Wê Tirkiyê bize!... Bi vê pêwanê, mesaja Erdogan lobiyên Ermeniyan naxapîne. Ji ber ku, ev peyam dubare kirina peyamên ku berê dane ne.  Biqasî  Kurdan,  Ermenî jî Erdogan nas dikin. Gotinên Erdogan yên li Amedê ku ji bo doza Kurd got, ne hatine jibîr kirin.
Ji Amedê hate Enqera, di cih de nakarata "yek-yekan" dubare kir. Li Rusya jî, haqaret li mêjî, li zanist, li dîroka mirovahiyê kir.
Piştre jî gelek mesaj dan; mîna hilbijartinên giştî, di hilbijartinên 30 Adarê  de jî serî li, "xespa kotekî" da.
Tiştekî din; Tevgera Azadiya Kurd, dergehê siyasetê li ber Suryanî û Ermeniyan vekir. Nûnerê Suryaniyan birin parlamento, birin şaredariyê. Ermenî bi cesaret li nasnameya xwe vedigerin û di meclîsa navendî ya partiyên Kurdan de cih digirin. Li Rojava Şoreşa Gelan pêk hat û gelên li herêmê, Ermenî Suryanî di holka dîplomasî de cih digirin.  Erdogan, bi peyama 24ê Nîsanê, dixwaze rê li ber van pengavan teva bigire.
Tiştekî din: Peyama Birêz Ocalan ya  Newroza 2013an, ji aliyê  Xwedawendên cîhana global ve bi çepikan hate pêşwazî kirin. Ji sedema ku Erdogan, lewlebaziyan dike, helaman dike û  di pirsgirêka Kurd de gavan navêje, di qirkirina Ermenî û Suryaniyan de ne dilsoz e, derewan dike, Ewropa jî, Emerîka jî ne razî ne. Bi vê ve girêdayî, têkiliya Erdogan bi çeteyên El Qaîde, DAIŞ û El Nusra re û hwd.  
Erdogan, heta weke îro  ji restorasyonê zêdetir, dejenerasyon dimeşand.
Tirkiyê bûye sergoya dejenerebûnê, ji alî ve kirêtî difûrê.
Dejenerasyon dijminê sîstema kapîtalîst e, dijminê lîberalîzmê ye. Ev li xiþ û hesabê cîhanşimulên global nayê.