
Saziyên Jinên Kurd ên li Berlînê bi şiyara “Li dijî êrîşên bê sînor, berxwedana bêsînor” çalakiya protestoyî li dar xist. Di çalakiyê de li kolanên Berlînê bi dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” deng veda.
Li Hermanplatz a Berlînê di beşdariya 1500 kesan meş hate lidarxistin. Di meşê de ji parlemeterên Partiya Çep a Elman Die Linke Andej Hunko û demokratên şoreşger ên Tirk û Elman jî cih girtin.
Meş li semtên Kreuzberg û Neukolnê hat lidarxistin. Di axaftinan de behsa faşîzma diktator Erdogan û rejîma AKP’ê ya ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê didin meşandin kirin.
Li Navenda Kreuzbergê endamên SKYB û aktivîstê mafê mirovan Kamber Erkoçak axivî û got: “Bêyî ku dereng bikeve wê Erdogan û faşîzma xwe bikevin sergoyên dîrokê. Ji ber ku di dîrokê de faşîzma Elmaya, Îtalya û Japonyayê jî bi ser neketin. Piştî sûcên giran ên li dij mirovatiyê û şûn de dîsa ji aliyê mirovahiyê ve avêtin sergoya dîrokê. Wê aqûbeta faşîzma Erdogan û AKP’ê jî ne ji vê cûda be.
Çalakî piştî axaftinan û şûn ve bi dirûşman bi dawî bû.