Bi desthilatdariya AKP´ê re ev 16 sal in li Tirkiye û Kurdistanê krîza siyasî, civakî û aborî her ku diçe girantir dibe.
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Gunay Kubîlay li ser bernameya îcareyê ya 100 rojî ya Serokkomarê Tirk, Tayyîp Erdogan axivî. Kubîlay diyar kir ku di van 100 rojan de ya derketî holê ew e ku bi her biryarname û biryarnameya bi hikmê qanûnê (KHK) nediyariya pergalê û krîza li Tirkiye û Kurdistanê ji hêla siyasî, aborî û hiqûqî ve giran dibe.
Di vab 100 rojan de çi bû?
Kubîlay her wiha got, “Desthilatdarî ev 5 hezar û 850 roj in xwîna gel dimije. Di van 100 rojan de rêjeya enflasyonê û faîzê zêde bûye, 560.000 kes bêkar mane, dahat û lêçûna bûdçeyê hev nagire, deynên dewletê zêde bûne, 359 karker di dema kar de mirine.”
Alîkarê Hevserokê HDP’ê Gunay Kubîlay dawiyê got, “Em ê di sendoqê de bersivê bidin AKP’ê. Em bawer dikin ku AKP ya ku vîna sendoqê tehdît dike, bi vê karneyê wê ji sendoqê dernekeve. Bi gelê xwe re em ê nota hewce bidin xwediyê vê karneyê.”
ANF/ENQERE