
Piştî êrîşên komên çete yên El-Nusrayê li dijî rojavayê Kurdistanê zêde bûn, şêniyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe re li dijî êrîşan bê deng neman. Şêniyên gundên Sibêhiyê û Sikureyat ên girêdayî herêma Dêrikê ku piraniya wan ereb in, li kêleka hêzên YPG’ê parastina herêmê dikin.
Welatiyekî Ereb yê li dijî êrîşên komên çete çek rakiriye, da zanîn ku hemû ciwanên herêmê amadene ku herêma xwe biparêzin û diyar kir ku pêwîst e ew şervanên YPG’ê bi tenê nehêlin û bi hemû hêza xwe li kêleka wan bisekinin.
Waseyîtên çeteyan
hatin rûxandin
Yekîneyek YPG'ê li herêma Girkê Legê li dijî komên çete çalakiyek bibandor lidar xist. Di encama çalakiyê de tangek û 2 wesayîtên doçka hatin rûxandin, her wiha tangek jî hat derbkirin û bi dehan çete hatin kuştin.
Çalakiya ku dîmenên wê jî hatibû kişandin pêr saet derdora 13.30'an de hat lidarxistin. Çalakî li hemberî benda ku navenda komên çete a li nêzî gundê Sefa ku ji wir êrîşên xwe pêk tînin hat lidarxistin. Di çalakiyê komên çete hatin dorpêçkirin û ji gelek hêlanve êrîşên dijwar hatin kirin. Di êrêşa şervanên kurd de bi dehan çete hatin kuştin.
Hevkarê çeteyan
Malabata Tîşo diyar kir ku ew kesê ku gule barandiye nas dikin û wiha got: “Ew kes hevkariyê bi komên çete re dike û gule ji mala wî ya li gundê Mehmûdî ku 500 metreyan dûrî gundê Qizelîye hatiye avêtin.”
Li herêma Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê şevê berîn pevçûnên dijwar tunebûn, lê li dora gundên Girhok û Yusufiyê cîh bi cîh pevçûn dom kirin. Komên çete bi topên hawanê û qarnasan êrîş pêk anîn û hêzên YPG'ê jî bersiv dan.
Li Serêkaniyê jî piştî şerê dijwar ê pêr, şevê berîn bêdengiyek hebû, lê gulebaran û pevçûnan cîh bi cîh dom kirin.
Ji heman malbatê 4 kes mirin
Tabûra YPG'ê ya ereb Ebû Raseyn diparêze
Tabûra Şehîd Ebdilhenan Meter a YPG’ê ku çend roj beriya niha hatibû avakirin û piranî ji welatiyên ereb pê tê, ji bo parastina bajarokê Ebû Raseyn ku 4 roj berê ji çeteyên El-Nusrayê hat rizgarkirin, hat erkdarkirin. Çeteyên El-Nusrayê ev demek bû li bajarokê Ebû Rasên bicîh bibûn û gef li welatiyan dixwarin. Welatiyên Ebû Raseyn jî serî li YPG’ê dan û ji wan xwestin bajarokê wan ji çeteyan rizgar bikin. Li ser bangê hêzên YPG'ê çete ji bajarok derxistin û bajarok teslîmî şêniyên li wir kir.
NAVENDA NÛÇEYAN