Endamên Meclîsa bajarokê Til Koçer û rûsipiyên êlên Ereb ên herêma Til Koçer ji bo şermezarkirina êrîşên dewletaTirk li dijî gelê Minbicê û hêzên Meclîsa Eskerî ya Minbicê, li Mala Gel a bajarok kom bûn. Di kombûnê de bi dehan welatiyên bajarok amade bûn û paşê daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê meclîsa xeta başur a bajaroka Til Koçer, Sêf Mihemed Hakim daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha dest pê dike:

“Bi navê êlên Ereban, em êrîşa dewletaTirk li dijî gelê Minbicê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşên dewleta Tikr isbat dikin ku, siyaseta Erdogan a li herêmê li hemberî vîna gel têk çûye. Di dawiyê de em bang li rêxistin û civaka navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û van êrîşan şermezar bikin”. 


 GIRKÊ LEGÊ