Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got: "Şengal û Rojava hedef tên girtin. Lê gelekî li ber xwe dide heye, gelê me dê di asta herî roj de nerazîbûna xwe bîne ziman. Divê hêzên koalîsyonê bêdeng nemînin."

Muslim ji News Channelê re axivî û got, ji ber tevgera li ser sînor diyar dibû ku êrîşeke wiha wê pêk bê û wiha peyivî: "Êrîşeke ku ji rê derketiye heye. Jixwe, berê jî sînor dihatin bombebarankirin û balefirên keşfe digeriyan. Dihat zanîn. Nikarin bi van êrîşan gelê Kurdisatanê bitirsînin. Gelê kurdistanê gelekî berxwedêr e. Gelê me dê di asta herî jor de nerazîbûna xwe nîşan bide."

Muslim, anî ziman ku êrîşa hewayî alîkariya ji bo DAÎŞ’ê ye û wiha axivî: “Divê hêzên koalîsyonê nerazîbûnê nîşanî êrîşan bidin. Gelekî ku li dijî terorê têdikoşe, bi xayînî rastî êrîşan tê. Divê hêzên koalîsyonê li dijî vê bêdeng nemînin. Nabe ku kesek van êrîşan qebûl bike.”

´Divê were şermezarkirin´

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk jî got, DAIŞ’ê li Reqa derba mirinê xwar û ev êrîş jî nikare wê bîne ser xwe. 

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ku li bajarê Silêmaniyê hindek hevdîtin li gel partiyên Kurd dikirin, têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava û Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Riyad Dedar ji bo êrîşê got: “Ev nayê qebûl kirin. Ji ber ku ti şer li wir nîne. Ev der qet Tirkiye elaqedar nake ku Tirkiye destwerdanê bike. Divê ev were şermezarkirin.” 


SILÊMANÎ