Di merasîmê de Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û Delal Amed, ji Fermandariya Akademiyên Apollon a HPG’ê Koçer Diderî û Azê Malazgîrt û gelek gerîla amade bûn.

Karayilan di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand girîngiya 14’ê Tîrmeha 1982’an û ew roj wek  rojekî dîrokî bi nav kir. Karayilan axaftina xwe bi wî rengî dirêj kir: „Di şert û mercên herî giran de, di rewşeke ku ji bilî vîn û bedena mirovan ti derfet tineye de, hatiye nîşandan ku serketin bi çi rengî dikare were afirandin. Ev ruh, di pêvajoya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bûye xala bingehîn a vegotina ruhê Apoyî. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya fermandar Egîd pêk hat, li ser bingeha vî ruhî afiriye.“


Siyaseta qirkirin û şer berdewam e

Murat Karayilan pêvajoya dawî jî nirxand û bi lêv kir ku îro li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke gelekî girîng û hesas di rojevê de ye û wiha pê de çû:“ Siyaseta tecrîdê ya li hemberî Rêber Apo dewam dike. Siyaseta tecrîdê siyaseta qirkirin û şer e. Mêtîngeriya Tirk îro vê siyasetê li hemberî Rêberê Gelê Kurd dimeşîne. Her wiha dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirine; bi destê polîs û jendermeyan zextên li hemberî gelê Kurd dewam dikin. Mîna li Roboskî hat dîtin, li wekîlên gelê Kurd dixin. Tevî van, operasyonên li hemberî gerîla, keşif û xebatên îstîxbaratê zêde dibin.“

Mafê parastinê heye

Karayilan got ku li dijî wan êrîşan ew bêdeng nemînin û wiha axivî :“Bê guman li dijî êrîşên mêtîngeran wê hêzên me yên şoreşê bêdeng nemînin. Li dijî her êrîşê mafê me yê parastinê heye. Divê were zanîn ku em ê nehêlin dewleta Tirk û zîhniyeta AKP’ê bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re xwe ji bo şer amade bikin; emê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Di şexsê çalakgerên 14’ê Tîrmehê de em soz didin hemû şehîdên şoreşê; em ê bîranînên wan di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi xurtî bidin jiyîn û weke çavkaniya xwe ya bingehîn a hêzê her tim wan di nava têkoşîna xwe de nemir bikin.“   


 ANF/BEHDÎNAN