Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta 15’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya di sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku raperîn û azadiya gelan, bi rêber û pêşengan çêdibin, lewma di dîrokê de her tim serok û rêber bûne hedefa hêzên dagirker û wiha hat gotin: “Komploya li dijî Rêber Ocalan jî bi armanca tunekirina şoreşa gelê Kurdistanê hatiye kirin.”
Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku bi destpêkirina komploya 9’ê Cotmehê re, pêvajoyeke nû ya komployên li dijî îrade û hêviyên azadiyê yên gelê Kurd dest pê kiriye.
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd ê li her çar beşên Kurdistanê li dora Serokê xwe bû yek û komploya navneteweyî têk bir. Lê ev nayê wateya ku komplo bi dawî bûye. Komploya li dijî îradeya gelê Kurd û Serokê wan bi gelek awayan berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komplo tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina konfederalîzma demokratîk, dikare bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîşên li dijî Şoreşa Rojava jî berdewama komploya navneteweyî ne û wiha hat gotin: “Mîrateya berxwedanê ya ku li ser raman û felsefeya Ocalan hatiye çêkirin, îro berhemên wê li Rojava diyar dibin. Xeta sêyemîn a tevgera me hilbijartiya, sazîbûyînên siyasî, civakî, aborî û parastinê jî li ser bingeha pêşbînî û ramanên Ocalan hatine pêkanîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û hat gotin ku PYD dê li ser felsefe û ramanên Ocalan têkoşîna xwe bidomîne.

QAMIŞLO