Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demrokatîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê alîkariya Tirkiyê a dide çeteyan re ji ANHA’yê re axivî. Hiso diyar kir ku êrîşên komên çete yên li dijî Kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd ev nêzî hefteyeke li ser hev dewam dike û Tirkiye van êrîşan bi rêvedibe.

Ekrem Hiso anî ziman ku planên AKP’ê piştî hilbijartinan biser neketin, êrîşên çeteyan jî li Rojava têk çûn, her wiha piştî ku balafira Rûsyayê jî hate xistin Tirkiye ketiye nava aloziyeke mezin û bi êrîşên li ser Efrîn û Helebê yek ji encama vê aloziyê ye. 


Divê pêşî li Tirkiyê were girtin

Hiso weha got: “Gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe dixwaze herêmê bike yek. Ji bingeha vê firkirandinê ber bi avakirina Sûriyeke demrokatîk û federal xebat tên kirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî biryar daye ku hemû hêz û derfetên xwe bixe xizmeta parastina Rojava û Sûriye. Tirkiye çeteyan ber bi Efrînê û taxa Şêxmeqsûd ve dehf dide. Ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo pêşî li piştgiriya Tirkiye a çeteyan were girtin, divê saziyên navnetewî yên aligirê aştiyê rol bilîzin."


‘Dixwaze YE´ye bixe xizmeta xwe’

Ekrem Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweser û hêzên Opozîsyona Sûriyeyê dixwazin Sûriyeke nû bi hev re ava bikin, bi vê yekê jî wê planên dewleta Tirk bê encam bimînin. Hiso weha axîvî: “Dema Tirkiye digot ku ew li pêşiya koçberan deriyên xwe vedike, wê demê berjewendiyên xwe pêkdianî. Di warê aborî de ji koçberên Sûriyeyê pir sûd wergirt. Em îro dibînin ku Tirkiye dixwaze Yekîtiya Ewrûpayê bixe xizmeta berjewendiyên xwe.”


Plan eşkere ye 

Hiso diyar kir ku plana Tirkiye êdî eşkere xuya ye, ew dixwaze zextê li gelê Sûriyeyê bike û bixe xizmeta berjewendiyên xwe. Hiso got, "Ji ber vê yekê divê hêzên navnetewî di serî de Yekîtiya Ewrûpayê pêşiya vê bigirin û piştgiriya gelê Sûriyeyê bikin da ku jiyaneke azad bijîn.”



HEYFA MÛSA/ANHA/AMÛDÊ